Papa Francis îro serdana Iraqê dike

Papa Francis îro serdana Iraqê dike

.

A+A-

Biryar e îro Papayê Vatîkanê Papa Francis bigihîje Iraqê û ji bo vê yekê rêkarên ewlekarî yê tund hatine wergirtin û polîs li piraniya cihan li Bexda hatine belavkirin û bi taybetî li nêzîkî kenîseyan. Yek ji wan kenîseyan jî kenîseya Seyide Necat e ku wê Papa Francis serdana wê bike.

Roja înê seet 9.30 balefira Papa Francis Papayê Vatîkanê û rêberê katolîkiyên cîhanê ji balefirxaneya Fiomîçîno li Roma ber bi balefirxaneya Bexda ve bi rê dikeve, tê pêşbînîkirin seet 14.00 bigihe balefirxaneyê û ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di merasîmekê bê pêşwazîkirin, piştre ber bi Koşka serokatiyê ve bi rê dikevin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di twîtekê de dibêje, bi hezkirin û aştî, Iraq bi gel û hikûmeta xwe ve pêşwaziya Papa Francis Papayê Vatîkanê dike. Kazimî dibêje, Iraq berê jî û niha jî, wêstgeha dîrokî ya cihê hevdîtina Olan û bîroke û hemû bihayên mirovahiyê yên hevbeş e. Bi xêr hatî Papa bo niştîmana Somer û Babil û Aşûr û Pêxemberan.

Amadekariyên emnî û tendirustî hatine temamkirin

Bexda li benda gihiştina  Papayê Vatîkanê Papa Francis e. Rêkarên emnî yên tund hatine wergirtin. Polîs li piraniya cihan li Bexdayê hatine belavkirin.

Tîmên ser bi artêşa Iraqê li çend cihan û bi taybetî li nêzîkî kenîseyên Bexdayê xalên pişkinînê danîne. Yek ji wan kenîseyan jî kenîseya Seyide Necate ku papa serdana wê dike.

Ev kenîse di sala 2010ê de rûbirûyî êrîşeke bibû ku 52 kesan jiber wê canê xwe jidest dabûn, ev kenîse hatiye paqijkirin û rêkrên tendirustî li nav hatine wergirtin.

Karmendê berevaniya sivîl ê Iraqê Hisên Ebû Cafer “Wek amadekariyê bo serdana papa, rêveberiya berevaniyê ya sivîl kenîseyên navçeya Kerrade bi tevahî paqij kirine, bo kêmkirina egera belavbûna virusa Coronayê. Ev kampeyn bo dema hefteyekê berdewame, û îro jî roja dawî ya paqijkirinê ye.”

Yek ji wan kesên ku ji êrîşa 2010ê rizgar bû ye, bi amadekariyên emnî dilxweşe, û hêviya wî wihaye ku serdana papa bibe sedema bidawîbûna êrîşan bo ser kirîstiyanan û pêkhateyên din ên Iraqê.

"Em ji serdana Papa bihêvî ne"

Rizgarbûyê êrîşa kenîseya Seyide Necat Liwîs Kilêmîs “Em hêvîdar in serdana Papa bibe hêviyeke nû bo me, em li bendê ne ligel serkirdeyên vê derê biaxive û ji wan re bibêje, êdî bese, destên tundrewan girêbidin, daku careke din êrîş nekin ser pêkhateyan, bi taybetî ew pêkhateyên ku çekdarên wan nînin, wek Êzdî, şebek, Kirîstiyan û Behaiyî, û hemû ewên din jî wek cihûyan.”

Ewên ku di warê şûnwarî de jî kar dikin, bi nerîna wan eger Iraq di warê emnî de aram be, dê serdana papa deriyê geştyariyê bo Iraqê veke.

Şûnwarnas D.Elî Kazim “Serdana wî zêde deriyan di warê geştyarî de bo Iraqê vedike, bi taybetî geştyarên cîhanî jiber cihên pîroz ên olî.”

Papa Francis îro bi hevaltiya 20 kesan ji endamên Vatîkanê û zêdetirî 70 rojnamevanên cîhanî digihê Bexdayê, û berdevkê Vaticanê jî dibêje qedaseta   papa serdana şûnwarê Or dike, ku cihê jidayikbûna pêxember Ibrahîme, ku pêxemberekî hevbeş ê Kirîstiyan, Misilman û Cihûyan e.

Bernameya Serdana Papa Francis ku îro (05.03.2021) digihije Bexdayê

Saet 09.30 ji Balefirxaneya Fiomicino li Roma ber bi Bexda bi rê dikeve

Saet 14.00 digihe balefirxaneya navdewletî ya Bexda

Saet 14.00 ji aliyê Mistefa Kazimî ve tê pêşwazîkirin

Saet 14.10 civîna li gel serokwezîrê Iraqê ye

Saet 15.00 merasîma pêşwazîkirina fermî li koşka serokatiyê ye

Saet 15.15 serdankirina serokkomar li nivîsingeha taybet li koşka serokatiyê li Bexda

Saet 15.45 hevdîtin li gel rêkxistinên civaka sivîl û şandên diblomatkar li hola koşka serokatiyê

Saet 16.40 civîna li gel esaqife û mamosteyên Kenîsyea Seyide Necat li Bexda

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin