PAKê parastina xwe ya bi Kurdî û bi Tirkî teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir

PAKê parastina xwe ya bi Kurdî û bi Tirkî teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 12.06.2019an , li Enqereyê parastina xwe ya di derbarê doza daxistina PAKê de teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir.

A+A-

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 12.06.2019an , li Enqereyê parastina xwe ya di derbarê doza daxistina PAKê de teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir.
Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê, li ser daxwaza Serdozgerê Mehkemeya Bilind(Serdozgerê Yargıtayê), di roja 24.01.2019an de doza daxistinê di derbarê PAKê de vekiribû.Di îdîanameya Serdozgerî de digot: ’Navê PAKê, behs kirina Kurdan, zimanê Kurdî, daxwaza perwerdeya bi zianê Kurdî, parastina mafê çarenûsîya miletê Kurd tê wateya nîjadpererstîyê û ez daxwaz û tebîtên PAKê gişt, li dijî Qanûna Bingehîn û Qanûna Partîyan e. Me daxwaz kiribû ku PAK nav û bernameya xwe biguherîne. Lê PAKê ev daxwaza me red kirîye. Ji ber wê jî em daxwaz dikin ku PAK bê girtin’. 
PAKê jî li ser vê daxwazê parastina xwe ya sîyasî û hiqûqî  di roja 24.04.2019an teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir.
Li ser vê parastina PAKê, Serdozgerê Mehkemeya Bilind(Serdozgerê Yargıtayê) bi lez û bez, di roja 08.05.2019an mutalaya xwe ya dawî şand Dadgeha Qanûna Bingehîn û daxwaza girtina(daxistina) PAKê xwest. Dadgeha Qanûna Bingehîn jî li ser vê daxwazê, name ji PAKê re şand da ku heta roja 14.06.2019an parastina xwe ya nivîskî ya di derbarê vê mutalaya Serdozgerî de bişîne ber destê Dadgeha Qanûna Bingehîn.
PAKê roja 12.06.209an parastina xwe ya li ser mutalaya Serdozgerî amade kiribû bi Kurdî û bi Tirkî  teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir.
PAKê di parastinên xwe yên bi Kurdî û bi Tirkî de, bi awayekî zelal got. ‘Em navê xwe jî, bernameya xwe jî naguherînin.Heger pêwîstîya guherînekê hebe divê ew jî guherîna  Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û qanûnên  peywendîdar yên din bin. Hebûn û navê miletê Kurd û Kurdistanê; daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî; parastina mafê çarenûsîya miletê Kurd hemû meşrû ne. Herweha li gorî hiqûqa navnetewî û li gorî madeya 90em ya  Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê jî, PAK bi bernameya xwe û bi vî navê xwe, weke partîyeke yasayî  dikare xebatên xwe bimeşîne’’. 
PAKê daxwaz ji Dadgeha Qanûna Bingehîn kir da ku doza girtina PAKê red bike.
Hewla daxistina(girtina) PAKê, berdewamî û ducarkirina  sîyaseta îmha, înkar û qedexeyan ya 96 salî ye. Lê aşkere ye , çawa ku tu qedexe û astengîyan nikarîbû heta îro rê li ber têkoşîna azadîya welatê me bigire;dê  ji îro pê de jî nikaribe.Daxistina PAKê ya bi awayê yasayî, nayê wê wateyê ku, PAK dê dawî li hebûna xwe û li xebata xwe ya meşrû bîne.PAK meşrûîyeta xwe ji doza azadîya gelê me distîne. 12.06.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin