PAKê li Amedê daxwaz ji komeleyên mehelî yên li Amedê kir ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin

PAKê li Amedê daxwaz ji komeleyên mehelî yên li Amedê kir ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin

.

A+A-

PAKê roja 09.01.2022yê li Amedê bi Platforma Komeleyên Mehelî yên li Amedê re hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtin li cîhê Komeleya ŞİVİ-DERê (Komeleya Alîkarî û Piştigrîyê ya Şirnex, Cîzre, Ûlûdere, Sîlopî, îdîl, Beytuşebap, Guçlukonak ê) pêk hat.

Heyeta PAKê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmur, Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa PAKê Husnu Onuk, Faiz Eşîn, Mehmet Bîlen, Abdûllah Polat, M.Alî Yilmaz û rêvebirên Teşkîlata Amedê ya PAKê Samet Polat, Îsmaîl Edîş pêk hatibû.

Li ser navê Platforma Komeleyên Mehelî yên li Amedê, Serokê ŞİVİ-DERê Azîz Ozalp, Nûnerê Komeleya Şêx Seîd,Serokê Komeleya Omerîyan Osman Başkan, Serokê Komeleya Sîlvanîyan Mehmet Çelîker, Serokê Komeleya Mazîdagîyan Celal Soysal, Serokê Komeleya Kulp Narlicayê Nûsret Mûtlû beşdarî vê hevdîtina li gel heyeta PAKê bûn.

Serokê Komeleya ŞİVİ-DERê Azîz Ozalp li ser navê Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê ji ber vê seredanê spasîya heyeta PAKê kir .

Heyeta PAKê jî ji ber vê pêşewazîya Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê spasîya hemû komeleyan kir û ji bo vê mehzûbanîyê jî spasîya xwe pêşkêşî Serokê ŞİVİ-DERê Azîz Ozalp kir.

Di vê hevdîtinê de, Heyeta PAKê daxwaz ji Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê kir da ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin.

Herweha Heyeta PAKê, behsa daxwazên acîl yên miletê Kurd kir û got, ‘’ Ji bo rê li çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe em wek potansîyela herî berfireh a Kurd û Kurdistanîyan , werin em li dor daxwazên xe yên acîl dest bidin hev û hêza xwe bikin yek’’.

Di ve seredanê de Heyeta PAKê piştgirîya xwe pêşkêşî Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê kir û bal kişandin ser girîngîya hebûn û xebatên komeleyên mehelî .

Hemû serok û berpirsên Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê jî ji bo vê hevdîtinê spasîya heyeta PAKê kirin û hemûyan jî piştigrîya xwe ji bo desra bijarte ya kurdî anîn ziman.

Hemû serok û berpirsên Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê gotin, em wek komeleyên mehelî hem li pirs û pirsgirêkên xwe yên mehelî xwedî derdikevin, hem jî bi dîyalogê û bi rêyên aştîyane em dixwazin hemû pirs û pirsgirêkên giştî bêne çareser kirin.

Hevdîtina Heyeta PAKê û serok û rêvebirên Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê di atmosfereke dostane, germ û berhemdar derbas bû; herdu alîyan jî girîngîya van hevdîtinan anîn ziman.

09.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

1-199.jpg3-207.jpg2-216.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin