PAK-Swêd Komîteya nûhilbijartî ya Federasyonê ziyaret kir

PAK-Swêd Komîteya nûhilbijartî ya Federasyonê ziyaret kir

Komîteya Rêvebir a PAK-Swêdê bi şandek Komîteya nûhilbijartî ya federasyonê li avahiya nû ya Federasyona Komelên Kurdistanê ziyaret kir û ew pîrozkirin.

A+A-

 

Duh PAK-Swêd bi şandek li avahîya nuh a Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê, komîteya nuh pîroz kir û di kar û barên wan de serkeftinê xwest.

Kongreya federasyonê di 8ê tebaxê de, li bajarê Eskilstuna li dar ket, komîteyek nuh ji bo du salan hat hilbijartin. Di kongreyê de Kovan Amedî ji bo posta serokê Federasyonê, Pirşeng Tiwana, Selam Cizîrî, Berzan Koçkaya, Mamoste Kerîm, Roşna Megrus, Rêdar Hesen wek endamên Komîteya karker hatin hilbijartin.

Çi bigre hemû endamên komîteya nuh, di hevdîtinê de amade bûn û pêşwazîyek germ li şanda PAK-Swêdê kirin. Sohbeta germ qederê du seatan dom kir, li ser rewşa Federasyonê û li ser rewşa jiyana komeleyetî ya civaka Kurd li Swêdê hat rawestandin. Herweha rewşa diaspora kurd, yekdengî û hevkarîya federasyon û komeleyên li derveyî welat jî bûn mijarên sohbetê.

Rûpela Nû - Stockholm

2-003.jpeg1-007.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin