PAK: Divê Malbatên Kurdan di dibistanan de dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin

PAK: Divê Malbatên Kurdan di dibistanan de dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin

.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê dersa zimanê kurdî ya bijarte li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û bang li malbatên Kurd kir ku dersa bijarta ya Kurdî helbijêrin.

Daxuyanî PAKê waha ye:

Divê Malbatên Kurdan di dibistanan de dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin

Di dibistanên li Tirkîyeyê û li Kurdistanê de, di polên 5,6,7 û 8an de mafê malbatan heye ku wek dersa bijarte, ji bo zarokên xwe dersa kurdî( Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) hilbijêrin.

Helbete ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e.

Li gel parastina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî , divê em li mafê xwe yê dersa bijarte ya kurdî jî xwedî derkevin.

Malbatên kurdan çiqasî zêde zarokên xwe li dersên bijarte yên Kurdî qeyd bikin, dê ewqasî zêdetir pêwîstî bi mamosteyên Kurdî jî çêbibin.

Zêdebûna daxwaza li mamosteyên kurdî, di unîwersîteyan de, di beşên zimanê kurdî de, dê mamosteyên zimanê kurdî jî zêdetir bike.

Herweha zêdebûna daxwaza dersa bijarte ya kurdî, dê bazara pirtûkên kurdì, tîcareta bi zimanê kurdî, bazara telewîzyon û fîlm û xebatên cuda cuda yên bi kurdî jî firehtir bike.

Ev yeka jî dê bingehê perwerdeya bi zimanê kurdî xurtir bike.

Em berîya her tiştî bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku:

1-Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin.

2- Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bêne bicîh kirin.

Em bangî her kurdekî jî dikin ku :

1-Zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin.

2-Piştgirîya kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

3-Kurdên ku bi kurdî nizanin hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî Kurdî bibin.

4-Hemû Kurdên ku bi kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan , li sûkê, li dibistanan, di karên xwe de, di jîyana rojane, di tîcaretê de zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê esas yê jîyanê.

5-Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên kurd, divê Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

6-Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan, karsazên kurdan, potansîyela Diasporayê ya kurdan, bi awayekî fiîlî û ji bo li ser Platformên Digital kurd bikaribin Kurdî fêr bibin divê hemû îmkanên xwe seferber bikin, projeyan çêbikin, dibistanan, kûrsan, dezgehan û amûran vekin, damezrînin.

7-Kurdên ku bi kurmancî dizanin divê hewl bidin Kirmanckî/Zazakî fêr bibin, fêhm bikin; Kurdên ku Kirmanckî/Zazakî dizanin jî divê hewl bidin ku bi kurmancî fêr bibin, fêhm bikin.

8-Ji kîjan partîyê dibe bila bibe, em bangî hemû parlamenterên kurd dikin da ku piştigrîya dersa bijarte ya bi zimanê kurdî bikin; ji bo dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, d gavên pêwîst biavêjin û piştgirîya kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

9-Di serî de hemû beledîyeyên ku serok beledîye û rêvebirên wan kurd in, em bangî serokê Şaredarîya Stenbolê, Îzmirê, Mêrsînê, Edeneyê, Enqereyê, Antalyayê, Navçeyên Konyayê û bajarên din yên ku nifûseke zêde ya kurdan lê heye dikin da ku dibistan, kurs û dezgehên fiîlî û digital yên ku perwerdeya bi zimanê kurdî dikin û kurdî fêr dikin vekin.

09.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

z-007.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin