PAK: Bila ÎYÎ Partî ji Mustafa Kemal bipirse ‘Kurdistan ku der e‘

PAK: Bila ÎYÎ Partî ji Mustafa Kemal bipirse ‘Kurdistan ku der e‘

.

A+A-

 Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanifî Turan bersiva Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan û got ku “eger ew nizane Kurdistan ku der e bila kalîkên xwe, Selçukiyan û Mustafa Kemal bipirse.”

Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan di derbarê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê de bi armanca Wezirê Navxwe yê Tirkiyê bibersîvîne pêşnîyazpirsekî da parlementoyê û pirsî Kurdistan ku der e? Bi vî awayî niqaşên li ser navên partiyên Kurdî yên ku di navên wan de peyva Kurdistanê hene carek din ketin rojevê.

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi navê Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partîya Komunîst a Kurdistanê Partîya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyê 4 partiyên Kurdî yên ku bi awayek fermî hatine vekirin hene ku ji ber peyva Kurdistan doza girtinê li wan hatine vekirin û dozên wan hêj berdewam in.

Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan bi armancaWezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bibersîvîne girêdayî navê Partiya Azadiya Kurdistanê pêşnîyaspirsek da parlementoya Tirkiyê.

Turkkan di pêşnîyaz pêşnîyazpirsê de dipirse ku li Tirkiyê çawa ji bo partiyek siyasî ku navê Kurdistanê tê de heye biryara fermîbûnê hatîye dayîn û çawanî ya vê yekê ji Suleyman Soylû dike û herwiha dipirsê “Kurdistan li ku derê ye”

Derbarê mijarê de Berdevkê PAKê Hanifî Turan ji Rûdawê re got: “Lutfu Turkkan bang li Soylu kir ijar em jî bang li Turkkan û Soylu û hemû rayedarên dewletê dikin û dibêjin eger Lutfu Turkkan nizane ku Kurdistan ku de re,  bila ji wan kalikên xwe bipirse, bila ji Selçûkiyan bipirse çimkî wan digotin Kurdistan. Bila Ji Mustafa Kemal bipirse wî jî digot Kurdistan. Dema ku rêzdar Serok Mesûd Barzanî hatibû  Amedê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got Kurdistan bila here ji wî bipirse. Kurdistan heye û Kurdistan tê naskirin jî, Srokê Kurdistanâ başûr di asta herî bilind de  li Londanê li Washingtonê,li Berlîn û li hemû paytextên dinyayê tê pêşwazîkirin. Ala Kurdistanê di nav alên dinyayê de tê libakirin. Divê vê bi çevên xwe bibînin.”

PAK ku îro bi navê xwe li ser niqaş tên kirin di sala 2017 û 2020an de du kongreyên xwe yên asayî bi fermî lidar xistî ye û li gor rêzika 90e mîn a destûra bingehîn weke partîyek siyasî bi fermî hatîye qebûlkirin.

Mamosteyê Zaningeha Dîcleyê Vahap Çoşkun jî got: “Ev pêşnîyazpirsa Lutfu Turkkan ji serî heta binî xeter e.Çimkî li gor destûra bingehîn û li gor peymana Ewropa mafên partiyên siyasî yên fikrî gelek zêde ne. Li welatekî sistemek dibe ku di meriyêtê de be lê partiyên siyasî li dijî sistema heyî dikarin alternatîvan bînin ziman. Erê îro li Tirkiyê sistemek unîter heye lê partiyek siyasî dikare federasyonê yan jî sistema xweseriyê jî bifikire û li gor vê jî dikare bernama xwe bîne ziman. Di vê yekê de ti  pirsgirêk nîne.”.

Li aliyek din her çend bi awayek fermî PAKê hatibe vekirin jî di Çileyê 2019an de ji aliyê dadgeha destûrî ve doza girtinê lê hatiye vekirin û doza girtinê ya PAKê hêj berdewam e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin