Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Oxira te ya xêrê be birayê Kadri Atalan, yê hozan, şoreşger, xemxurê Êzdiyatiyê û welatparêzê Kurd !

A+A-

Hêjayan endamên malbat, hemû dost, heval û pismamên birayê Kadri Atalan ,

ez jî bi koçkirina hozan, şoreşger û welatparêzê Kurd birayê Kardri Atalan , yê ku lêkolînên min pir keyf xweşî dişopand pir xemgîn bûm.

Ez vê nama ku kekê Kardri Atalan  di 04.01.07 11:56:59  de ji min re şandiye û di naveroka wê de,  neteweperstî û Êzdiyatiya xwe parastiye ji bo ked û bîranîna rahmetî beladikim.

“Dema te xweş  bê, Birayê minî hêja û Qedir biha,

Bira Kemal, birastî ez jî bi hestên te yê netewî û olî pir dil şame, wek ku tê zanîn dîroka me û ya ola Ezdaî`tîyê pir kevn û paqije. Her weha ola me li ser xakek pir bedew û giran bihaye, ji ber Jeopilitikîya wê zengînîya xaka wê dijminê me TIRK; FARIS Û HECEMA peşî em ji hev kirin perçe, em wekî kurd bera hevdan û îrojî ew fen û futên wanî bi qirêj berdewame. Wan bi wê jî nekir wan xwest ku haya bi nifşên me jî bi qelînin, lê bi saya serê Tawîsî Melek em îro jî piştî wa qas fermana hîne em li ber xwed didin.

Kekê Kemal, bi qandî ku ez di bînim Êzdîyên me li Ewrupa ketine nava erizyoneke xerab, yanî di heelin netewa xwe inkar dikin. Heslê xwe înkar dikin ûhw. ev rewş eke xirabe ji bo ola me û ji bo netewa me.

Ger em piçek Ezîdî mabun, em li Ewrupa hê behtir hindiktir di bin. Erê raste derfet pirin em dikarin xwe bidin naskirin, lê kêm xebat tên e kirin, ger wa herê emê di nêzîkde tê kevin rewş ek xirab tir, wekî ol.

Bira can ji ber ku Ezdayetî ola Kurda ya kevn bu û ji ber wê yekê dijmina nehişt ku welatê me jî bi ser bi kevê. Lê weke ku te got em bi hêvîne, êdî dîroka me hêdî hêdî ser rast dibê. Cîhan me tevî nas kir ya herî girîng eve ku em jî li dîroka xwe û li NETEWA xwe xwedî der bi kevin, em ne hêlin Ciwanên me li qada Ewrupa xwe winda bikin.

Kek Kemal ez bi Lêkolinê tejî pir keyf xweş im ez lê di şopînim.

Li gel rêz û silavên germ

Azad” Min ev nama rahmetî di pirtûka xwe*, rûp.:484-485 de jî weşandiye.


Spas kekê hêja ji bo ked, emek, xemxurî û şîretên te yên ji bo hevgirtina gelê Kurd, parastin û pêşxistina Êzdiyatiyê!

Hêvîdar im ku, Xwedê û Tawisî melek te bi dilovaniya xwe şad bikin!

Ez xembariya malbat, hemû dost, heval û pismamên Xwedê jê razî birayê Kadri Atalan  pare vedikim û bila serê we hemûyan sax be!

*Kemal Tolan, Hevpeyvîn-Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan , Weşanên Na, izmir 2020

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin