NURÎ ALDUR: RESENSÎYONEK LI SER PIRTUKA NIVÎSKAR PETER ALTHIN   

NURÎ ALDUR: RESENSÎYONEK LI SER PIRTUKA NIVÎSKAR PETER ALTHIN   

.

A+A-

Navê pirtukê  ”Vem fan är du”.   Piratförlaget  2021

Pirtuk bi awakî bîografîk hatîya nivîsandin. Nivîskar ji demên zaroktîya xwe ta dema teqewîtbûnê dur ú dirêj nivîsîye û hûnera xwe anîya ser kaxezê. Di nabeyna van her du demande ew li ser jîyana xwe yî parêzavanî û parêzgerîyê hur hur di axivê û ew mîna pisporekî anjî hunermendekî peyv û hevokên xwe, gotin û rêzên xwe yî edebî pêșkêșîme xwendevanan dike. Helbet nivîskar xwedî hewes ú agadarîya civak, kultur û hûqûqêye anjî agadarê sîyaseta dewletêye û ev zanyarîya wî/pisporîya wî  xwe di pirtukêde xweș didê xwîyakirin û navaroka pirtuka xwe bi van xetên granbiha di xemilênê.

Peter Althin di dinya hûqûqa swêdîde navekî nas û xwedî statuseke bilinde. Ew bi dehan salan li gel dozger, hakim, polîs û dadgehan xebitîye û wî kar û xizmeta hûqûqê, adalet û mafên ferd û kesan di civakêde bi awakî pisporî kirîye. Peter Althin di îzahkirina proses û xebatên xwe yî pisporîde gelek nefsbiçûk û nazika û ev prensîbên wî anjî dîtina wî ya li ser jîyanê wî bi rûmettir û qedrbilndtir dike. Ew qala zeîftîyên xwe dike, ew qala notên dîplama xwe dike û ew li ser gelek zahmetî û serêșándinên ta bo xwe karek jî dibînê dike. Helbet evan zahmetîyan, kul û derdan di xortanî û di jîyana wî ya parêzvanîyêde ew kirîye xwedî tecrûbe, xwedî bawerî û xwedî quralên pisporî/parêzavanî.

Peter Althin berpirsîyarîya parêzvanîya hinek kesên mîna Mijailo Mijailovic(qatilê wezîra derveyî Swed/Anna Lindh) kirîye, wî parêzvanîya Mehdi Ghezalí(kuba svensken) kirîye, wî parêzvanîya Joy Rahman û Clark Olofsson kirîye. Bê goman ew di van demande û di nav van prosesande rastî gelek problem û zahmetîyan hatîye û gelek caran di rewș û kêlîyên nexweș û hesas, bi rojnamevanan û kanalén TV, re, derbasbûyîye û serpêhatîyên xwe yî  ne her dem populer bi zimanekî burokratík, dîplomatík û zelal anîyê zimên û bo xwendevanên xwe berhemeke xweșik û bi zad afirandîye. Fermo xort û hûqûqçîyênmeyî nûmezun anjî xwedî kêm tecrûbe vê pirtukê bi xwênin û jê îstîfade bikin. Helbet bo me kesêndin jî pirtuk berhemeke hêja û mîna kompasekêye.

Nivîskar xwedî zanyarîya sîyasî/demokrasîyêye û întresa wî bo wekhevî, mafên merovan û humanîzmê heye. Ji ber wilo jî evan babetan di pirtuka wî de cihên merkezî girtine. Da ka em pevre li çend noktên nivîskar yên zêrîn û șêrîn meyzekin û ji wan hevokan îlham û taemê bistînin:

”Ew kesên xwedî hikmin û wî hikmên xwe li hemberî kesêndin bi awakî xerab bikartînin, tiștên herî nebaș dizanim.rup. 91

”Civak xwedî berpirsîyare da li zarokan neyêlêxistin û hemû zarok di jíyaneke emîn/bawerî û evînîde mezinbibin.rup.126

Û nivîskar bi xwe jî van rêzên dawî ji kesekîdin deyndike: ”Divêt haq û hûqûq/adalet li gor sîstema xwe bimeșê, eger netîce bibê xerabûna dinya yê jî. rup.161

Nuri Aldur

 

    

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin