Nûnera NY banga bicihanîna hemû bendên rêkeftina Şingalê kir

Nûnera NY banga bicihanîna hemû bendên rêkeftina Şingalê kir

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî bang li aliyan kir ku bilez rêkeftina Şingalê bi hemû bendên wê ve were bicihanîn.

Nûnera NY li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ku doh 10ê Çile serdana Şingalê kiribû, rewşa Şingalê û bicihanîna rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê şopand.

Hennis-Plasschaert ragihand, divê bilez hemû rêkarên ewlehiyê û beşên din ên rêkeftinê bêne bicihkirin, ji bo karên girîng bêne kirin, navçe were avadankirin û koçber bikaribin vegerin ser cih û warên xwe.

Nûnera NY herwiha pesnê rêkeftina Şingalê da û wiha got:

“Hikûmraniyeke aktîf, îdareyeke yekgirtî û peydabûna ewlehiyê, bingehên sereke ne ji bo her pêşveçûnekê. Tiştê ku heta niha hatiye bidestxistin, dikare bibe rêyek ji bo baştirkirina rewşa jiyanî, ji ber vê yekê pêwîst e hemû alî bi hev re bixebitin û bi hev re hevkariyê bikin.”

Hat zanîn ku şanda NY serdana bajarê kevin ê Şengalê jî kir ku di dema şerê 2014-2017an de bi DAIŞê re hatibû wêrankirin. Şandê herwiha serdana gundê Til Benat ê Şengalê kir ku nêzî 600 malbatên Şengalî yên koçber, vegeriyane ser mal û milkên xwe.

Xelkê Şengalê daxwazên xwe ji şanda NY re anîn ziman û daxwaza alîkariyên zêdetir kirin, bi taybet ên ku di demên dawî de ji kampên vegeriyane.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin