Nivîskarekî Kurd dixwaze berhema wî di Guinnessê de bê tomarkirin

Nivîskarekî Kurd dixwaze berhema wî di Guinnessê de bê tomarkirin

.

A+A-

Merasîma îmzekirina berhema edebî ya destana Birîna Jiyanê birêve çû ku nivîskar, 19 hezar û 999 riste li ser yek kêş û serwa bikar anîne û rekora çar pirtûkên berî niha di Pirtûka Guinness de şikand û dixwaze wek 5emîn karê edebî bê tomarkirin.

Lawkê Hacî, nivîskarê destana Birîna Jiyanê, dibêje, “Ji nava Guinnessê bi xwe pêzanîn bo me hatine ku 4 pirtûk hene ku berî ez vê destanê bikar bînim, a Homeros heye ku li ser yek kêşê 15 hezar beyt e, ya me 20 hezar beyt e, em ketine pêşiya wan, ti kes li pêşiya me nîne îro.”

Lawkê Hacî, nivîskarekî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye,  pirtûka wî bi tîpên Kurdiya latînî ye û naveroka wê li ser dîroka siyasî û kulturî ya gelê Kurd e.

Ferhad Hacî, rexnegir, dibêje, “Wek rexne li ser vê berhemê; çima ne roman bû û çima wek helbest hatiye belavkirin, ya duye jî; pêwîstî bû ev berhem li ser asta cîhanî be ji aliyê naverokê ve, ne tenê li ser wezn û qafiye be. Ji ber ku bi vî şêweyî berî bi sedan ev cor destan hatine nivîsîn; Ferdûsî Şehname nivîsiye.”

Birîna Jiyanê berhema westiyana 20 salên nivîskar e ku ji 860 rûpelan pêk tê, lewma jî Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Zaxo, merasîma îmzekirina pirtûkê li stûyê xwe girt.

Rêveberê Rewşenbîrî û Hunerî ya Zaxo Dilxwaz Mûsa dibêje, “Karek wisa mezin kiriye ku em çalakiyeke wiha mezin bo rêk bixin, ji ber ku bi rastî kêm helbestvan an nivîskar hene ku li ser yek kêş û serwa binivîsin.”

Nivîskar, 5 berhemên din ên edebî hene, dawî berhem Birîna Jiyanê bûye, lê ji ber nebûna piştevaniyê, jibilî zimanê Kurdî bo ti zimanekî din nehatiye wergerandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin