Nivîskara Kurd Mojgan Kawûsî hat girtin

Nivîskara Kurd Mojgan Kawûsî hat girtin

Nivîskar û lêkolînera Kurd Mojgan Kawûsî ku ku 76 meh û 15 roja cezayê zindanê lê hatibû birîn, hat girtin û bo girtîgehê hat şandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parêzerê Mojgan Kawûsî li hejmara xwe ya Twîtterê ragihand, ku îro ew nivîskar û lêkolînera Kurd ji bo cîbicîkirina cezayê lê hatîye birîn, bo zindanê hatîye şandin.

Parêzerê Kawûsî nivîsandîye jî, “Şuraya Cîbicîkirina Tawanan a bajarê Newşehir, bi binpêkirina maddeya 500 a yasa Dadgeha Keyferî û bêyî vexwendname, biryara desteserkirina Mojgan Kawûsî der kirîye.”

Roja Înê, 26ê Nîsanê, Mojgan Kawûsî ku nivîskar û çalakvaneke Kurdên Yarsan e, di girtevîdeoyekê de, behsa hukmê desteserkirina bêyî banghêştanmeyê kiribû ji bo cîbicîkirina hukmê zindanîkirinê.

Hukmê 69 meh zindanîkirina wê çalakvana Kurd, li dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Mazenderan bo 76 meh û 15 roj zindanîkirinê hat guhertin ku 36 meh ji wî hukmî dê bê cîbicîkirin.

Mojgan Kawûsî ji alîyê Dageha Înqilab a Newşehirê ve, çendîn meh berî ti agahdarnameyekê qedexeya derketina derveyî welat li ser hatibû danîn.

Dadgeha Înqilab a bajarê Newşehirê, ew nivîskara Kurd bi tohmeta ‘endamtîya hizbên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê’ 33 meh û bi tohmeta ‘handana xelkê bo têkdana nîzama giştî’ 30 meh û bi ‘propagandaya dijî nîzamê’ jî 6 meh cezayê zindanîkirinê lê birîbû.

Mojgan Kawûsî ku xelka Kelardeşta Mazenderan e, roja 27ê Cotmeha derbasbûyî, ji alîyê hêzên îtlaatê ve bêyî belgeya yasayî hatibû desteserkirin.

Ew nivîskara Kurd bi tohmeta ‘piştevanîkirin li nerazîbûnên bajarên Kurdistanê’ li torên civakî, ji alîyê îtlaatê ve hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeha Rêxistina Îtlaatê ya Supaya Pasdaran a Sarî hatibû veguhastin.

Roja 19ê Mijdarê jî, ew nivîskar û çalakvana Kurd bi biryara desteserkirina demkî ji bo zindana Newşehirê hatibû veguhastin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin