Nivîskar Kemal Tolan bi Pir Khalat Elias re ye

Nivîskar Kemal Tolan bi Pir Khalat Elias re ye

.

A+A-

Tamamiya nasandina ku mamostê nemir Pîr Xidir silêman, bi kurmancîya tîpên erebî*, li ser kesayetî û berhemên nivîser Kemal Tolan yê Xaltî belakirî weha ye

Welatê Xalta parçekî girînge û sitratejîye ji bakurê Kurdîstanê. Dewleta Xaltanîyê dîrokeke kevnar, dêrîn û geşe. Ji bo Êzdîxanê jî yeke ji heft mîrgehên Êzdîxanê ya xwedî Tawis û Sancaqeke serbixwe bû. Serwerê Êzîdîyan li Lalişê, salê carekê Tawisa Xaltan li gel Qewalan ji bo şîret, tekbîr û veguhartina rêya Êzdîyatîyê û komkirina xêratên wan bînîn bigihînine Lalişê di hênartine nav wan.

Gelek fermanên dijwar bi ser Êzîdîyên Xaltan ve jî, barîne û hatine qirkirin, yanjî bi zorbeya rêya wan guhirîne , pêl dû pêlê terixîne qesta welatê Şêx, Armenîya û Gurcîstanê kirine.

Çaxê sala 1997 ê qedera min keftîye Almanîya û li bajarê Oldenburgê akincî bûm, hinek Xaltîyan ji xwera komeleke çanda dînê Êzdîya li virê vekiri bû. Ez di wê malê de rastî komeke camêrên rûspî û dane emir hatim. Camêran bi dilekî kizirî û bi şewat bahsa welatê bav û kalan dikirin. Digotin, heta çendeke berî ka cîhan ya kê bû. Bêtir 360 gundên Êzîdîyan li welatê Xalta hebûn, koma Qewalan salê carekê dihat li gundê Xaltîyan her şev li gundekî diman û heta rewana tamam dibû.

Jimareke van Xaltîyan ji ber rewşa dijwar û pirosesa pirojê ya sala 1960 ku Almanîya karker ji Tirkiyê daxwazkirin de hatine Almanîya. Mixabin piranîya wan bê xwandewan bû û jimara xwandevanên wan li ser tilîyên destan dihatine jimartin. Yek ji wan xortên xwandevan ku lîsansa xwe li Tirkiya bi dimahîanîbû birêz Kemal Elî Tolan bû. Ez dI sala 1997 ê û li “mala Êzîdîyan” rastî wî hatim.

Birêz Kemal Tolan li ser daxwaza min , ev jiyannama xwe ji min ra şand:

Sipas mamoste Pîr Xidir ji bo vê pêwendiya ku te di telefonê de bi min ra kir!

Keremke jiyan gerî û berhemên xwe ji te ra dişînim û hêvîdikim, weke ku te di telefonê de gotî, danasîna wan hinekî bi latînî û tevaya wan jî bi kurdiya tîpên erebî bi dost û nasên xwe bidî xwanêkirin.

Rêz û gelek silav!

Kurtenasîn û hinek ji berhemên Kemal Tolan

Ez di sala 1955 de li gundê Şimzê(Oğuz köyü) yê ku girêdayî navça Beşêrî-Batmanê ye, ji dayîk û bavê xweyî Êzdî re bume. Ez di sala 1976 an de hatime Almaniya(bajarê Celle). Piştre min û  çend hevalên xwe li dijî xwe nenasîn û wan pirsgirêken hingê hebun di sala 1976 de  “Komela Karkerên ji Tirkiyê hatine” li bajarê Celle da damezirandin. Dûre ez ji ber hinek pirsgirêken feodalên di nava civaka me yên li bajarê Celle de hebûn, reviyam û hatime  bajarê Oldenburg ê. Min li Oldenburgê, di sala 1981 an de, weke wergervanekî  zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî dest bi karê wergeriyê kir. Her weha li virê jî me Kovara “DENGÊ ÊZIDIYAN” derxist û bûme yek ji damezerên “Komela Çandê dîne Êzdî “ ya ku di sala 1994 de li bajarê Oldenburgê hatiye damezirandin. Ez ji sala 1995 an vir de, weke dozent û dîrektorê kursa fêrbûna zimanê Almanî, dersê dide ber xerîbên ku li bajarê Oldenburg ê dimînin. Min dîploma xwe ya ji bo perwerda zimanê Almanî ji Goethe Înstîtuta München`ê girtiye. Kasset û kitêbeke bi navê ”Bi xêra dialoga fêrbûna zimanê Almanî hesantir dibe” bi zimanê Almanî weşandiye.

Ji bo ku em Êzdî bikaribin ji jiyana diyasporayê ya nû fêhm bikin, xwe bi rêxistin bikin, dahin û standinên xwe, yên bi nivşên nû re zêdebikin, dînhebandina Êzdiyan zeximbikin û bidine naskirin, min heya niha gelek ji zargotina kesayet, dengbêj, hunermend, rûspî û malbatên Êzdiyan, yên ku li herêma Xerzan, Bişêrî, Mêrdîn, Midyat, Nisêbîn, Şirnak, Batman, Amed, Farqînê, Bismil, Çinarê, Wêranşehîrê û hwd. bihîstiye û dibêjin, gelek serpêhatî, sitran, kevneşop, qewl, duha, gotar û lêkolîn nivîsandine û piraniya wan jî di gelek malper, rojname û kovarên Kurd û Êzdiyan de belakirine. Dûre di van pirtûkan de jî  weşandine:

1. Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de- çapa 3 izmir 2020

2. Nasandina kevneşopên Êzdîtiyê I- çapa 2 izmir 2020

3. Nasandina kevneşopên Êzdîtiyê II- çapa 2 izmir 2020

4. Gengeşe û sedemên ku Êzdî bilêv nakin- çapa 1 izmir 2013

5. Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdiyatiyê dikin -2020 izmir

6. Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan- 2020 izmir

Mamoste Kemal Tolan ji destpêka damezirandina Mala Êzîdîyan Oldenburg û heta vê dawîyê serpereştîya koma hunerî milî li fîsteval û çalakîyên mala Ezîdyan dikir. Herdû lawên wî yên hunermend û mûzîkjin Şêran û Heyam xebata wî koma hunerî dikirin.

Mamoste Kemal Tolan gelek cara di ruyê min da gotîye, “bextewarîya min ewe ku  Kurdistaneke azad û demokrat zûtrîn wext pête ragihandin û Êzîdxan di nav de bisitira “

*- https://www.facebook.com/pir.xidir/posts/3946684775427895

Malî ava birê Pîr Xelat Elîyas, ev gotara bi kurmancîya tîpên erebî hatibû nivîsandin, bi deng xwand!

263475658-3141325366083123-2603221077415427817-n.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin