Nîmet Dawûd naveroka hevdîtina şanda ENKSê û Çavuşoglu eşkere kir

Nîmet Dawûd naveroka hevdîtina şanda ENKSê û Çavuşoglu eşkere kir

Endamê Desteya Serokatîya Encumena Nîtimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Nîmet Dawûd ragihand ku ew li Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê li dijî guhertina demografîk in û wan ev nêrîna xwe ji Enqre re bi zelalî gotine.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Nimet Dawûd ku di heman demê de Skreterê Giştî yê Partîya Wekhevî ye, ji Rûdawê re behsa naveroka hevdtîna duh ya şanda ENKSê ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu kir.

Nîmet Dawûd dîyar kir ku ew hevdîtina ligel Mevlut Çavuşoglu, weke ENKSê li ser daxwaza wan bûye, lê wan di heyama êrişa Tirkîyê ya bo ser Serê Kanîyê û Grî Spî de daxwaza hevdîtinê ji rayedarên hikûmeta Tirkîyê kiribûn û got: “Lê mixabin heta îro ev civîn paş ket. Bê guman ev civîn girîng bû. Bi taybetî piştî rêkevtina di navbera me û îtilafa Sûrîyê de ev cîhanê hate encamdan, girîngîya xwe heye.”

Dawûd destnîşan kir ku ji bo parastin û başkirina rewşa xelkê Serê Kanîyê, Grî Spî û Efrînê, ligel Îtilafa Sûrîyê rêkevtinek pêk anîne û wan ji Tirkîyê daxwaz kirîye ku piştgirîya wê rêkevtinê bike. Bi gotina Dawûd, eger Tirkîyê piştevanîya rêkevtina di navbera ENKS û Îtilafa Sûrîyê de neke, zehmet e ku ew rêkevtin were cîbicîkrin.

Endamê Desteya Serokatîya ENKSê herwiha da zanîn ku wan ligel şanda Tirkîyê rewşa giştî ya sîyasî gotûbêj kirine û wiha pê de çû: “Ji ber rola wê ya li Sûrî û badora wê ya li ser Îtilafê, em piştgirîya Tirkîyê girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de, me derfeta nîqaşan dît. Me taybetî behsa mercên vegera gelê xwe bo mal û warên wan kir.”

Bi gotina Dawûd di beşeke din a civînê de, wan hewlên guhertina demografîk şermezar kirine û alîyê Tirkîyê jî li dijê guhertina demografîk bûye.

Derbarê yekîtîya Kurdan de jî Dawûd got ku li ser mijara yêkrêzîya Kurdan daxwaza gelê me heye, û ew niha bûye pêwîstîyeke girîng û wiha domand: “Bila ev yek jî bê zanîn ku tifaqa Kurdan dê ne li dijî ti welatên cîran be. Tifaqa Kurd dê di berjewendîyên me û aştîya herêmê de be.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin