‘Niha ne dema bêdengîyê ye’

‘Niha ne dema bêdengîyê ye’

Sendîka, Odeyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê operasyona TSK’ê ya li dijî axa Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û dîyar kirin ku operasyon wê bêtir pirsgirêkê kûr bike

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Sendîka, Odeyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê operasyona TSK’ê ya li dijî axa Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û dîyar kirin ku operasyon wê bêtir pirsgirêkê kûr bike. Ode û sendîkayan destnîşan kirin ku niha ne dema bêdengîyê ye û xwest her kes li dijî şer dengê xwe bilind bikin

 

Rêxistin, Sendika, Ode û komeleyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê li dijî şerê ku TSK’ê li dijî Rojavayê Kurdistanê di 9’ê Cotmehê de da destpêkirin, daxuyanîya hevpar dan. Sendîka û odeyan di daxuyanîya nivîskî de dîyar kirin ku wan 4 sal berê di 10’ê Cotmehê de 103 hevalên xwe winda kirin û wiha gotin:

“Em di 4’emîn salvegera komkujîya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de carek din soz didin. Em ê ji bo Tirkîyek ku ked, demokrasî, aştî û azadî serdest e têbikoşin. Em endezyar, sendîkavan, karmend û mîmarên vî bajarî ji bo pêşeroja vî welatî ya azad têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku niha ne dema bêdengîyê ye. Ya têk diçe demokrasî û mafê mirovan e. Aborî têk diçe. Edalet têk diçe. Aştî têk diçe.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin