Netanyahû: Ji bo Îran nebe xwedî çekên atomî çi ji destê me bê emê bikin   

Netanyahû: Ji bo Îran nebe xwedî çekên atomî çi ji destê me bê emê bikin  

.

A+A-


Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ragihand ku heger peymana nukleerî bikeve pratîkê yan jî nekeve ferq nake, lê ji bo Îran nebe xwedî çekên atomî çi ji destê wan bê ew dê bikin.

Netanyahî di bernameyeke li Tel Avîvê de, li ser nîqaşêr vegera Îranê li peymana nukleerî destnîşan kir ku ji bo Îran nebe xwediyê çekên atomî û ji bo pêşiya Îranê bigirin her gavên pêwîst hebin ew dê bavêjin.

Hêjayî gotinê ye, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump sala 2018an ji peymana nukleerî ya ligel Îranê vekişiyabû û cezayên nû li ser Îranê ferz kiribûn. Lê belê rêveberiya nû ya Amerîkayê bi mercê ku Îran vegere ser sozên peymanê rêya danûstandinan vedike ku heger Îran ji biryarên zêdekirina ûranyomê vegere dibe ku ji nû ve peymana nukleerî çalak bibe.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin