Neşet Zaza: Li Rojava bêyî aramî û çaksazî hilbijartin birêve naçin

Neşet Zaza: Li Rojava bêyî aramî û çaksazî hilbijartin birêve naçin

.

A+A-

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Neşed Zaza ragihand ku ew derbarê hilbijartinê de piştgiriya mafê xelkê Rojavayê Kurdistanê dikin, lê ew beşdarî hilbijartinan nabin di demekê de ku piraniya xelkê koçber in.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Neşed Zaza beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî mercên hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û Diyaloga Kurdî-Kurdî de axivî.

Neşed Zaza teqez kir ku heta du hefteyên din Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera herdu aliyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) destpê dikin û got: “Ew danûstandinên hatine rawestandin ji ber ku ew nûnerên Amerîkî yê serperiştiya danûstandinan dikin li vê derê amade nebûne. Kengê ew kesên ku çavdêriya danûstandinan dikin amade bûn wê demê danûstandin dê dîsa destpê bikin. Ez di wê baweriyê de me heta 15ê mehê danûstandin dê destpê bikin.”

Derbarê mijarên danûstandinan de Zaza diyar kir ku ew tiştên ku heta niha li ser li hev kirine disa nabin mijara gotûbejên wan û wiha pê de çû: “Mijarên mane pirsa rêveberî û leşkerî ne. Ev herdu mijarên sereke ne. Ji bilî wan tiştên me berê behs kirine, pirsa çarenivîsa girtiyan, leşkeriya neçar û bernameya xwendine nakokî li ser hene. Divê li ser van hemû mijaran danûstandinek çêbibe û ev danûstan bibin bingehek ji bo wê rêkeftina ku çavên hemû xelkê me lê ye.”

Zaza amaje bi wê yekê kir ku rêkeftin dê berjewendiyê tevahiya xelkê Kurd be û ew dixwazin di zûtirîn de bigihêjin rêkeftinê û eger rêkeftin ket warê cîbicîkirinê ew dê pabendê rêkeftinê bibin û got: “Em dixwazin li hemberî dost û dijminên xwe vê rêkeftinê pêk bînin. Em dizanîn ku ev rêkeftin dê di berjewendiyê xelkê me de be. Em wek ENKS di vê mijarê de cidî û dixwazin dilê gelê xwe rehet bikin. Em dixwazin doz û hêviyên gelê xwe li Kurdistanê Sûriyê cîbicî bikin, lê ev hinek girêdayî aliyê din e.”

Derbarê mijara hilbijartinan de jî Zaza got: “Rast e hilbijartin ji bo her miletek ku dixwaze bi azadî bijî mafeke sirûştî ye. Ji bo wê yekê jî pêwîstî bi pêkanîna hinek prensîbên siyasî hene. Ji bo tu bikarî îro hilbijartinan lidar bixî divê di rewşa siyasî de çareseriyek hebe. Divê herêm ji aliyê aborî û ewlehiyê ve jî ji bo hilbijartinan amade be. Em hemû dizanin herêm di nav şer de ye û hejmareke zêde ya xelkê me li dervey welat penaber in. Tu dê çawa bikarî van prensiban ji aliyê yasayî ve cîbicî bikî. Îro ne me tenê di vî welatî de dijîn, herwiha ew welatî hemû pêkhateyan e. Tu çawa bikarî wan tevlî wê yekê bikin, ma rêkeftineke siyasî bi giştî li ser asta Sûriyê çêbûye ku heta tu bikarî hilbijartinê bikî. Me bixwe jî weke herdu aliyan çi rêkeftin kiriye heta ku hilbijartin bêne kirin. Kî dê çavdêriya hilbijartinan bikin. Ez dibînim ku ji bo hilbijartinan hêj zû ye. Bêguman hilbijartin girîng in, lê divê rewşa li deverê jî aram bibe heta ku em bikarin hilbijartinan saz bikin.

Divê rewû hinek aram bibe, heta niha herêma Eyn Îsayê jêr bombebaranê ye û ji Efrînê bigire heta Serê Kaniyê hemû herêmên te yên Kurdî hatine dagirkirin. Ma pêwîstî bi çareseriyek li van herêman nîne? Divê ev rêveberî dengê xelkê jî bibihêze.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Neşed Zaza herwiha got ku piştî rewş aram bû û hilbijartin hatin encamdan, ki ser bikeve ew dê pabendê wê yekê bibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin