Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî spasiya Almanyayê kirin

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî spasiya Almanyayê kirin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser naskirina fermî ya jenosîda Êzidiyan ji aliyê Parlamentoya Almanyayê ve peyamek belav kir û got, ew pêşwazî li biryara parlamentoya Almanyayê ya nasandina komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd dikin. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser biryara Almanyayê, li Korbenda Aborîya Cîhanî Davosê ji rojnamevnan re axivî û spasiya Almanyayê kir. 

Serokwezîr Barzanî kêfxweşiya xwe ya bo biryara jenosîd nasandina Komkujiya Êzidiya ji aliyê Parlamentoya Almanyayê ve anî ziman û herwiha digel Almanyayê, spasiya welatên Belçîka, Fransa û Holandayê jî kir ku wan jî bi fermî jenosîda Êzidiyan nas kiribû.

Mesrûr Barzanî got, “Hêvî dikim tenê bi biryara parlamentoyan nemîne û ew welatên mijara gotinê, beşdarî proseya bidawîkirina êşên birayên me yên Êzidî bibin û piştevaniyê bidin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser biryara Almanyayê peyameke spasiyê belav kir û got: “Em pêşwaziyê li  vê biryara Parlamentoya Almanyayê ya ku komkujiyên li dijî Êzidiyan weke jenosîd qebûl kir. Em spasiya Almanyayê dikin ji bo piştgirî û hevkariya wê ya berdewam. Em hêvîdar in ku ev gav li Ewropa û welatên din ên cîhanê bê avêtin û edalet ji bo mexdûran pêk were.”

Parlamentoya Almanyayê Îro 19ê Çileyê 2023yan deng li ser komkujiya li dijî Kurdên Êzidî da ku bi piraniya dengan weke jenosîd bi fermî nas kir. Heta niha 13 welatan bi fermî jenosîda ser Kurdên Êzidî nas kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin