Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan tabloyeke ciwaniyê ya pêkvejiyana hemû pêkhateyan e

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan tabloyeke ciwaniyê ya pêkvejiyana hemû pêkhateyan e

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma destbikarkirina 122emîn patriyarkê Dêra Mar Yohenna li bajarokê Enkawa li Hewlêrê, ragihand, Kurdistan tabloyeke ciwaniyê ya hemû wan pêkhatan e ku tê de dijîn.

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî Kirîstiyanan kir û got, “Em hêvîdar in ew li vî welatî bimînin û em hemû bi hev re bi xweşî bikarin bo xizmet û pêşketina vî welatî kar bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê piştî beşdariya di merasîma li Dêra Mar Yohenna ji rojnamevanan re ragihand, “Em îro hatibûn bo pîrozbahiya li patriyarkê nû yê Dêra Aşûrî ya Cîhanê, me pîrozbahî lê kir. Em li Herêma Kurdistanê her dem ew pêkvejiyan, tabloyeke ciwaniyê ya hemû wan pêkhatan e li Kurdistanê dijîn. Lewma em îro hatin vir û me pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê û temendirêjiyê bo xwest. Înşallah serkeftî dibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya bo Kirîstiyanan de got, “Peyama me bo hemû xwişk û birayên Mesihiyên me ew e, Iraq bi şêweyekî giştî ciwan e bi wê tabloya pêkvejiyanê ku em hemû bi hev re li vî welatî dijîn. Hêvîdar im ew li vî welatî bimînin û em hemû bi hev re bi xweşî bikarin ji bo xizmet û pêxistina welat kar bikin.”

Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir

Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî di merasîmekê de li Hewlêrê bi serpereştiya Serokê Usqufa Hindistanê, Birîkarê Patriyarkê Giştî, hemû metran, usquf û endamên civata Dêra Rojhilat a Aşûrî û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, dest bi kar kir.

Li Dêra Mar Yohenna Memdan a li Enkawaya Hewlêrê îro demjimêr 09.00 merasîmeke taybet hat sazkirin û 122yemîn patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Herêmê bo Pêkhateyan Aydin Merûf û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di merasîmê de beşdar bûn.

Destbikarkirina Mar Awa wek patriyarkê nû yê Kenîseya Mar Yohenna, piştî wê tê ku civata pîroz a Dêra Rojhilat a Aşûrî bi serpereştiya Mar Milîs Ziya, Metranê Awistralya, Zelanda Nû û Lubnanê, civîneke du rojî bo hilbijartina patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat li Enkawaya Hewlêrê saz kirin.

Wê demê hatibû ragihandin ku civîna wê civatê bi beşdariya piraniya usqufên ser bi dêrê ve bûye û bo du rojan  berdewam kiriye û Mar Awa wek patriyarlê 122emîn ê Dêra Rojhilat a Aşûrî hatiye destnîşankirin.

Mar Awa ku kesayetekî nerm e û dîplomasî heye û girîngiyê bi aştî û pêkvejiyanê dide, berî niha, patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî bû li California.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin