Nêçîrvan Barzanî: Hewldanên binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ti carî nayên qebûlkirin

Nêçîrvan Barzanî: Hewldanên binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ti carî nayên qebûlkirin

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Hewldanên binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ti carî nayên qebûlkirin. Hewldanên bi vî rengî ti sûdê nagihîne Iraqê û aramiya welat.”

Zankoya Amerîkî ya Kurdistanê (AUK) roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an li Duhokê pêncemîn merasîma derçûna xwendekaran li dar xist. Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û hejmarek mêvan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya ku pêşkeş kir de bal kişande ser madeyên 13 û 14 ên ku di Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de li dijî Herêma Kurdistanê hatine guhertin.

Nêçîrvan Barzanî got, “Cihê nîgeraniyê ye ku hinek alî hewl didin rê li ber rêkeftinan bigirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê bikin.”

Nêçîrvan Barzanî yê ku hêviya serkeftinê ji bo xwendekarên ku derçûne xwest, beşeke girîng a gotara xwe ji bo madeyên ku li dijî Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya Iraqê de li Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatiye guhertin veqetand.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Her kes dizane ku piştî ku hevpeymaniya desthilatdar ji bo avakirina hikûmeta federal a Iraqa li hev kir, aramiyeke siyasî li welat pêk hat. Gelê Iraqê û dostên wan li seranserî cîhanê li hêviya encamên erênî yên vê rêkeftinê ne û hêviyên xwe ji bo paşerojeke baştir danîne. Cihê nîgeraniyê ye ku hinek alî hewl didin rêgiriyê li ber têgihiştin û rêkeftinên di navbera aliyan de hatine kirine bikin û ew jî şikestinê çê dike. Hewldanên binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê qet nayên qebûlkirin. Hewldanên bi vî rengî bi kêrî ti kesî, Iraqê û aramiya welat nayê.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku nêzîkatiyên bi vî rengî ne tenê dubarekirina ezmûneke neserkeftî ye ku di zerera Iraqê û hemû pêkhateyên Iraqê de bû û got, “Ji ber vê yekê ez bang li hemû aliyan dikim ku pabendî rêkeftinan bin û aramiya welat biparêzin. Rêya rast ji bo derbaskirina pirsgirêk û qeyranên Iraqê, pabendbûna bi rêkeftina navbera aliyan bi giştî û aliyên hevpeymaniyê ye ku dewletê birêve dibin.”

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê roja Pêncşemê madeyên 13 û 14 yên projeyasaya budceyê pesend kir ku tê de guhertinên li ser pişka Herêma Kurdistanê hene. Hejmarek endamên Kurd ên komîsyonê ji civînê derketin. Guhertinên ku di her du madeyan de hatine kirin, ji aliyê endamên Şîe yên komîsyonê ve hatine pêşniyarkirin.

Têkildarî guhertina navborî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku ew dê ji xeynî rêkeftina ku bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hatiye kirin rêkeftineke din qebûl nakin.

Hikûmetê diyar kir ku guhertina di projeyasayê de ji aliyê komeke 'dijî Kurdistanê' ya li nav Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê ve hat kirin. Di daxuyaniya hikûmetê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ew biryar neqanûnî ye û berovajî rêkeftinên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û bernameya kabîneya hikûmetê ye ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve jî hatiye pesendkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin