Navenda Hevkarî ji bo bi terorîstnaskirina Spaha Pasdaran nameyek bo Şêwreya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê şandiye

Navenda Hevkarî ji bo bi terorîstnaskirina Spaha Pasdaran nameyek bo Şêwreya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê şandiye

.

A+A-

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ji bo terorîstnaskirina Spaha Pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve nameyek ji bo Şêwreya Wezîran a Derveyê Yekîtiya Ewropayê şandiye û daxwaz kiriye ku Spaha Pasdaran wek girûpek terorstî nas bikin.

Navenda Hevkarî di nameya xwe de nivîsiye: “Du meh berî niha Parlemana Ewropayê daxwaz ji Şêwreya Wezran û dewletên endam li Yekîtiya Ewropayê kir ku “Spaha Pasdaran a şoreşa Îslamî” û tayên wê bi lîsteya terora Yekîtiya Ewropayê ve zêde bikin. Ger çi taybetmendiyên Spaha Pasdaran her ji destpêka damezrandinê ve hatiye îsbatkirin, dengdana wêrekane ya Parlemana Ewropayê di demek gelek guncaw de bû.

Di demekê de ku helwêsta Parlemana Ewropayê ji aliyê xelkê azadîxwaz ên Îranê ve bi dilgermiyek mezin ve hate pêşwazîkirin û hêviyeke mezin da wan, daxuyaniya nûnerê bilind ê Yekîtiya Ewropayê bo karûbarên derve û siyasetên ewlehî derheq astengiyên li pêşiya cîbicîkirina biryara Parlemana Ewropayê, ji dîtingeha xelkê Îranê ve wek puanek din bo rejîma Îranê tê dîtin, puanek ku ew rejîme di hemû demekê de kêmtir hêjayê wê ye!

Navenda Hevkarî di beşeke din a nameya xwe de nivîsiye: “Bilî vê ku nabe Spaha Pasdaran bi Spaha asayî ya dewletekê bê naskirin, yasaya navdewletî hertimî terorîzm wek kiryarek neyasayî pênase kiriye ku dibe ji aliyê dewletan ve jî, bê encamdan. Bilî vê yekê mînakên zêde hene ku di wan de rejîma Îranê ji aliyê damezraweyên navdewletî ve wek berpirsyarê kiryarên terorîstî hatiye ragihandin û hejmarek berçav ji karbidestên paye bilind ên Îranê û damezraweyên wê jî her niha bi sedema kiryarên terorîstî di bin dorpêçê de ne. Her lewma ev yeka bi giştî di niha de vê yekê nîşan dide ku dewleta Îranê wek pêkhateyek terorîstî û piştevanê terorîzmê di bîrûraya giştî ya navnetewî de cih girtiye.

Di beşeke din a nameya Navneda Hevkarî de hatiye, destnîşankirina Spaha Pasdaran wek rêkxrawek terorîstî, bilî vê ku ji rûyê bingeha yasayî û meinewiyên Ewropayê ve rewa ye, dikare derbeyeke bandordar ne tenê li şiyana serkutkaraneya Komara Îslamî li dijî xwendîşanderên aştîxwaz di Îranê de bide, belkî herwisa gefên wê rejîmê jî, bo ser aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn û asayişa netewî ya welatên Ewropayê sînordar dike.

Navneda Hevkarî di dawiyê de gotiye: “Bi jiberçavgirtina wan hemû sedemane, me çavnihêriya vê yekê heye ku Şêwreya Weîzan a Derveyê Yekîtiya Ewropayê di encamê de biryara hewce derheq zêdekirina Spaha Pasdaran bi lîsteya terora Yekîtiya Ewropayê bipejirîne.

Nûçe: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin