NATO: Şerê li Ukraynayê Dê Dirêj Bibe

NATO: Şerê li Ukraynayê Dê Dirêj Bibe

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê NATO'ê roja Yekşemê got ku şer li Ukraynayê dibe ku bi salan bidome û hêzên Ukraynayê rastî êrîşên dijwar yên Rûsî hatin piştî ku rêvebirê Yekîtiya Ewropî pêşniyar kir ku divêt Kîev statûya berendamtîyê werbigre ji bo tevlêbûna Yekîtîya Ewropayê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg gotibû rojnameya Bild am Sonntag ya Almanyayê ku şandina çekên herî pêşketî ji bo leşkerên Ukraynayê dê şansê rizgarkirina herêma Donbasê ya Rojhilatê zêde bike da ku ji bin kontrola Rûsyayê derxîne.

Wî herwiha got "Divê em xwe ji vê rastiyê re amade bikin ku şer dibe ku bi salan bidome. Divê em dest ji piştevanîya Ukraynayê bernedin," "Her çend lêçûn zêde bin, ne tenê ji bo piştevanîya leşkerî, her wiha ji ber bilindbûna bihayê enerjî û xwarinê jî."

Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson, ku roja Înê serdana Kîevê kiribû, di gotarekê de ji bo rojnameya Sunday Times ya Londonê, şîroveyên bi heman rengî derbarê pêwîstîya amadebûna bo şerekî dirêj kiribû.

Boris Johnson herwiha got. "Dem faktorek girîng e," "Her tişt dê bi wê yekê ve girêdayî ye ku Ukrayna karibe şiyana xwe ya parastina axa xwe bi leztir û bihêztir bike ji wê yekê ku Rûsya karibe şîyanên xwe yên êrîşê nû bike."

Ukrayna roja Înê hêzek girîng wergirt dema ku Komîsyona Ewropî pêşniyar kir ku Ukrayna statuya berendamê Yekîtiya Ewropî werbigire û dihêt çaverê kirin ku welatên Yekîtiya Ewropî di lûtkeya vê heftîyê da dê wê pêşnîyarê pesend bikin.

Li alîyê din ve li herêmên şer lê heyî li Ûkraynayê êrîşên Rûsyayê zêde bûn.

Artêşa Ukraynayê dibêje Sievierodonetsk, armanca sereke ye di êrîşa Moskowayê da ji bo kontrolkirina tevahîya herêma rojhilatê Luhanskê. Ew herêm dîsa ketîye bin êrişek giran ya topan û rokêtan dema hêzên Rûsî êrîşî herêmênên derveyî bajarê pîşesazî Sievierodonetskê dikin.

Zelensky: Em Başûrê Welatî Nadin Çi Kesî

Di wê navberê da piştî serdana wî ya yekem bo eniya başûrê welatî, ewro roja Yekşemê Serok Volodymyr Zelensky soz da ku hêzên wî "başûrî nadin çi kesî", dema ku serokê NATOyê hişyarî da ku şer li Ukraynayê dibe "bi salan bidome".

Zelensky di rêwîtiyek kêm dîtî da li derveyî Kyivê, çû bajarê Mykolaiv yê li Deryaya Reş ya dorpêçkirî û serdana leşkerên li herêma Odessa ya cîran kir ji bo yekem car piştî dagirkirina Rûsyayê.

Dema ew vegerîyay bo Kîevê wî got "Em başûrî nadin çi kesî, em dê her tiştê ku yê me ye vegerînin û derya dê bibe ya Ukraynayê û dê ewle be".

Scholz: G-7 "Heta Ku Pêwîst Bike Dê Piştgiriyê Bide Ukraynayê"

Ji bo desteka Ukraynayê Serokwezîrê Alman Olaf Scholz dibêje, Koma Heft (G7) welatên sereke yên demokrasiyê dê di civîna xwe ya dihêt da eşkere bike ku Ukrayna dikare li bendê be ku "hindî pêwîst bike" ew dê desteka welatên Koma Heft werbigire.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçeyan ya dpa ya Almanyayê ku roja Şemiyê hatîye weşandin, Scholz got ku ew dixwaze civîna heftîya dihêt ya digel rêberên hevalbendên G-7 li gundê Elmau yê Bavyera bikar bîne da ku li ser paşeroj û nêrînên demdirêj yên Ukraynayê gotûbêjan bikin.

Scholz got, "Em hindî pêwîst bike dê piştevanîya Ukraynayê bidomînin." "Em dixwazin piştrast bin ku hesabên Serokê Rûsyayê Vladimir Putinî sernakevin."

Wî herwiha got "Pûtîn bi eşkere hêvî dike ku her tişt dê cih bi cih bibe gava ku ew têra erdî dagir dike û civaka navnetewî dê vegere ser karê xwe wekî berê". Lê "Ew xeyalek e."

Scholz got wî digel hevtayên xwe yên Fransayê, Îtalyayê û Romanyayê dabînkrina zêdetir ya çekan -bi taybetî cebilxane û topan- bo Ukraynayê gotûbêj kirine digel Serok Volodymyr Zelensky di serdana xwe ya roja Pêncşemê da bo Kîevê.

Her çar lîderan her wiha piştgirî dan hewildana Ukraynayê ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê, helwestek ku Scholz got ku ew hêvî dike ku hemî welatên Ewropî di civîna heftîya pêşîya me li Brukselê piştgirîyê bikin.

Çavkanî / Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin