NATO: Proseya endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê dirêj dibe

NATO: Proseya endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê dirêj dibe

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê NATOyê: Dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarî terorê de hene ku divê werin gotûbêjkirin. Ji ber vê yekê danûstandinên proseya endamtiyê dê bidomin. 

 Sekreterê Giştiyê NATOyê da xuyakirin, ji ber helwesta neyînî ya Tirkiyeyê, proseya endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê dirêj dibe.

Li ser banga Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, şandên Tirkiyeyê, Swîd û Fînlandayê duhî li Brukselê civiyan.

Piştî civînê, Sekreterê Giştiyê NATOyê da xuyakirin, civîn erênî derbas bûye û ew giringiyeke mezin didin endamtiya Swêd û Fînlandayê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê her wiha got, dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarê terorê de hene ku divê werin gotûbêjkirin. Ji ber vê yekê danûstandinên proseya endamtiyê dê bidomin.

Stoltenberg got: “Endamtiya Fînlandiya û Swêdê wê hevalbendiyê xurtir bike û tevahiya herêma Euro-Atlantîkê ewletir bike. Di derbarê terorê de dilgiraniyên ewlekariya rewa yên Tirkiyeyê hene ku divê bên çareserkirin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, danûstandinên li ser daxwaza Fînlanda û Swêdê ya ji bo tevlîbûna NATO û nîgeraniyên Enqerê yên di vê derbarê de berdewam in. Civîna bilind a NATOyê ya di 29-30 Hezîranê de li Madrîdê tê lidarxistin jî, ne molet e ji bo wê yekê çareser bike.

Derbarê pirsa PKK'ê de jî, Kalin anî ziman ku Tirkiye li bendê ye Stockholm di vî warî de gavên lezgîn bavêje. Diyar kir ku wî di vî warî de daxuyaniyên erênî ji rayedarên Swêdî bihîstine.

Diyar kir jî, aliyê swêdî ew agahdar kiriye ku yasayek nû ya li dijî terorê heye, dê ji destpêka Tîrmeha bê ve bikeve warê cibicîkirinê. Lê Kalin got ku hîn zû ye mirov vê gavê binirxîne berî ku hûrgiliyên wê zelal bibin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin