NASAyê tevlî 4 astronotan roketa SpaceXê şandiye fezayê

NASAyê tevlî 4 astronotan roketa SpaceXê şandiye fezayê

.

A+A-

NASAyê roketeke şîrketa SpaceXê şandiye fezayê. Di roketa bi navê Crew-1ê de yek jê japonî 3 amerîkî, 4 astronot hebûne.

NASAyê roketeke şîrketa SpaceXê şandiye fezayê. Di roketa bi navê Crew-1ê de yek jê japonî 3 amerîkî, 4 astronot hebûne.

Roketa Falcon 9 roja yekşemê bi dema herêmê saet 19.27an ji Navenda Fezayê ya Kennedy-î ya li eyaleta Floridayê hatiye rêkirin. 

Rêwîtiya roketê wê 27 saetan bajo û roket roja duşemê bi dema herêmê saet 23.00yan dê bigihîje Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).

Ji NASAyê astronot Mike Hopkins, Victor Glover û Shannon Walker û her wiha ji Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Japonyayê (JAXA) Soichi Noguchi ji bo lêkolînên zanistî wê 6 mehan li ISSê bimînin.

Wesayîta fezayê Dragon a SpaceXê cara ewil meha gulanê ji bo ceribandinê astronotên NASAyê Robert Behnken û Douglas Hurley biribûn ISSê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin