Myles Caggins: Hevpeymanan û Amerîkayê peywendîyeke berdewam li gel Wezareta Pêşmerge heye

Myles Caggins: Hevpeymanan û Amerîkayê peywendîyeke berdewam li gel Wezareta Pêşmerge heye

Myles Caggins, Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê , di hevpeyvînekê de di bultena Nîvroj a Rûdawê de ragihand, hevpeyman û Amerîkayê peywendîyeke berdewam li gel Wezareta Pêşmerge heye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, dibêje jî, “Ji sala 2014an ve vê hevpeymanîyê, nêzikî 4 milyar dolar dabîn kirîye bo asayişa Iraqê. Sala derbasbûyî bi tenê nêzikî yek milyar dolar terxan kirîye.”

Hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê karê hevbeş li gel artêşa Iraqê dest pê kirîye bo berengarbûna DAIŞê?

Roj baş, kêfxweş im ku careke din ligel Rûdawê me daku li ser armanca Hêzên Hevpeyman biaxifim ku hevbeş in ligel hêzên ewlekarîyê yên Iraqê bo têkşikandina DAIŞê. Di çend hefteyên derbasbûyî de me dît DAIŞê çend êrîş li Dîyale, Mûsil û Enbarê kirin. Ew xelkên li bajarokên wek Kenakin, Qeretepe û Muqtedîye dijîn, dizanin ku DAIŞê hê jî metirsî ye li Iraqê. Hevpeymanîya Navdewletî pêbend e ligel hevbeşîkirina ligel hêzên ewlekarîyê yên Iraqê daku guşarê li ser van şaneyên nivistî yên DAIŞê bihêlin, herwiha dibe hevkar û rahênanê bi wan dike ji bo baştirîn hêza ewlekarîyê hebe.

Raportên navxwe li Iraq û Sûrîyê û navendên anvdewletî jî behsa zêdebûna gef û metirsîyên DAIŞê dikin. Di heman demê de hêzên Şîe li Iraqê daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê dikin. Hûn çawa dikarin di rewşeke bi vî rengî de kar bikin?

Di çend hefteyên derbasbûyî de Hêzên Hevpeyman beşeke zêde ya operasyonên xwe rawestandin, ev yek li derveyê wan binkeyên leşkerî yên Iraqê ku em têde ne. Lê dixwazim tekez bikim ku temaşevanên we wê yekê fam bikin ku em wek hevbeşekî ligel hêzên ewlekarîyê yên Iraqê mane, li Sûrîyê jî em operasyonên tam ligel Hêzên Sûrîyeya Demokratîk dikin bo girtina DAIŞîyan, lê em vegerin ser Iraqê, gelo niha tişt çawa derdikevin. Ez niha li binkeyekî serbazî yê Iraqî ligel te diaxifim ku Hêzên Hevpeyman lê ne, navendên me yên operasyonan ligel Iraqîyan li Bexda, Enbar, Selahedîn û herwiha çend parêzgehên din hene, mil bi mile hev rewşa emnî û operasyonên xwe yên dijî DAIŞê ligel hêzên ewlekarîyê yên Iraqê gotûbêj dikin, bo hinek navçeyan hêzên Iraqî daxwaza hevkarîyê ji me nekirine, lê em kêfxweş in ku dibînin ew li ser guşarên xwe yên ser DAIŞê berdewam in, dawîya sala derbasbûyî Iraqîyan kampanya xwesteka serkeftinê bidawî kirin, ev jî zîncîreyek bû ji wan operasyonên dihatin kirin bo dîtina DAIŞê li çîyayê Qereçûx, li deşta Neynewa û herwiha çolistanên Enbarê. Gelek serkeftin hebûn di wan operasyonan de û herwiha operasyonên din jî ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Iraqê ve hatine kirin, heta ku Hêzên Hevpeyman beşeke zêde ya operasyonên xwe rawestandine.

Li gor zanyarîyên we DAIŞê niha çend çekdar hene li Iraq û Sûrîyê?

Dema mesele tê ser gefên DAIŞê, bala me ne li ser hejmarê ye, zehmete jî pê bizanî, lewra bala me, îstîxbara me, hevahengîya me û hevbeşên me yên ewlekarîyê yên Iraqî ku li ser gef e, ew şîyana heyî ya DAIŞê ye, dizanin ku li hinek cihan DAIŞ bi tevahî nemaye û ti şîyaneke wê nîne ti gefekê li ser xelkê wan navçeyan çêbike, lê li hinek navçeyên din, li nêzîkê çîyayê Qereçûx, li Mexmûr, li hinek navçeyên Dîyale û Kerkûkê DAIŞ gef e, ew çendîn çalakîyên tawankarî yên cuda dikin ji ber ew gelekî hez dikin pereyan bidest bixin, loma me zanîye ku DAIŞê pirsgirêk ji cotkaran re derxistine, mî û çêlekan didizin, pirsgirêkan ji bazirganan re derdixin û baca neyasayî distînin û binkeyên wan ên neyasayî yên pişkinînê hene, ev jî kêşeyeke mezin e û divê were rawestandin, lê em dizanin ku hêzên ewlekarîyê yên Iraqê li ser guşarên xwe yên bo ser DAIŞê berdewam dibin, dikevin pey şaneyên nivistî û wan dibînin.

Niha Iraqê kêşeya bikaranîna firokeyên F-16 heye. Gelo Iraqê şarezayên xwe vekişîyane ji wan serbazgehên Iraqê û ji ber hindê ev pirsgirêk çê bûye?

Çend êrîş hebûn bo ser wan binkeyên leşkerî yên Iraqî ku Hevpeyman lê ne, di encama wan êrîşan de jî Hêzên Hevpeyman hinek guhertin di cihê wan kesan de kir ku bo şêwir û rahênanê li vê derê ne. Niha pirsa min ew e bo wan kesên ku temaşeyî van mijarên emnî dikin, çima ew grûp mûşekan diavêjin binkeyekî Iraqî ku mazûvanîya Hêzên hevpeyman kirîye ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li vê derê ne, ev jî bo têkşikandina DAIŞê. Ev bûye sedem ku em hinek rawêjkarên xwe û karsazên xwe yên sivîl biguhêzin cihên silamet, heta rewşa ewlekarîyê silamet dibe. Di encamp de, me nikarin pisporîya teknîkî ya taybet dabîn bikin ku hikûmeta Iraqê bo çendîn sal e daxwaz kirîye, F-16 jî yek ji wan mijaran e. Lê hêzên esmanî yên Iraqê dikarin firokeyên F-16 bikar bînin, lê pêdivîya wan bi rawêjkarên teknîkî heye ku zêdeyî deh sal e li Iraqê kar dikin.

Heta niha Iraq razî nebûye Amerîka sîstema berevanîyê ya Patriot li Iraqê bicih bike. Ev çiqas kar dike li ser karê hevpeymana li dijî DAIŞê li Iraqê. Di vê derbrê de ji alîyê Iraqê ve ti nermîyek heye?

Bala Hêzên Hevpeyman û herwiha Hevpeymanîya bi serokatîya Amerîkayê li Iraqê li ser wê yekê ye ku em xwe biparêzin, em di sala 2014ê de hatin bo armancekê ku têkşikandina DAIŞê bû. Ji wê demê ve di warê fizîkî de me DAIŞ têkşikand, me nêzîka 8 milyon kes ji bin destê hikûmranîya kujer a DAIŞê rizgar kirin, em ne li benda wê yekê bûn ku gefa mûşekên balîstîk li ser me be, lê ev rastîyên îsal bûn, derbarê sîstema berevanîyê de gotûbêj heye, ev gotûbêj jî di nav hikûmetan de bûne, ji ber em wek hevpeymanîya leşkerî ku bala me li ser e ku nêzîka 30 welatan li xwe digire, kirina meşq û rahênanê ye, dana şêwrê û hevkarîkirina hêzên ewlekarîyê yên Iraqê ye li dijî gefên DAIŞê. Ev armanca me ye li vê derê.

Niha metirsya DAIŞê li navçeyên madeya 140 a destûra Iraqê li parêzgehên Kerkûk, Mûsil  û Dîyalayê gelek zêde bûye û gelek xelk direvin. Sala derbasbûyî bi beşdarîya hevpeymanan çend kombûn di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de hatin kirin, bi mebesta destpêkirina karê hevbeş. Hûn niha kar li ser wê dikin, Pêşmerge bikare li wê navçeyê karê hevbeş li gel artêşa Iraqê bikin?

Hevpeymanîya Serbazî çavdêrîya wan navçeyan dike û em dizanin ku gef heye, wiha bawer im hefteyek berî niha li Dîyale 7 kes hatin revandin, ev jî yeke din e ji wan astengên ku DAIŞ ji hêzên ewlekarîyê yên hevbeşên me re çêkirîye, ji hemûyan jî girîngtir, gef li ser xelkê bê tawan çêkirine li seranserê Iraqê. Li seranserê herêmê çi ligel Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê hevahengî û hevkarî heye, em hêvîdar in hevahengî zêdetir bibin, bawer im jî zêdetir dibin, hêzên emnî yên Iraqê binêt in dest bi kampanyayeke nû bikin bi navê 2020 ku eb jî temamkerê Kampanyaya Xwesteka Serkeftinê dibe, dibe hefteya bê li ser vê mijarê daxuyanî were belavkirin, em dizanin ku ew plane dideynin û hevahengî jî dibe ligel hêzên ewlekarîyê yên Iraqê li Dîyale, Kerkûk, Hewîce û wan navçeyan, ev jî bo piştrastbûn ji wêya ku DAIŞê tê asêkirin û gefên wê bo ser xelkê van navçeyan namînin.

Hebûna hêzên Heşda Şeibî li parêzgehên Kerkûk, Mûsil û Dîyalayê, karê hevpeymana li dijî DAIŞê çend zehmet kirîye bo berengarbûna DAIŞê?

Hevbeşîya Hevpeymanan bi rêya navenda operasyonan, ez dê behsa cihên pêkan ên me bikim, me çend cih li vê derê hene; yekem, hejmareke zêde ji hêzên hevpeyman vê derê ne ku i derveyî binkeyan çalakîyan encam didin weke li çîyan û bîyabanan bo desteserkirina DAIŞê. Ev kar ji alîyê hêzên emnî yên Iraqê, Pêşmerge, Hêzên Sûrîya Demokratîk tên encamdan. Em bi şêweyekî sereke, weke şêwirmend û rahêner li vê derê ne. Heşda Şeibî beşek e ji Wezareta Berevanîyê, hevdem hevpeyman bi şêweyekî rasterast hemhengî li gel wan nîne. Heşda Şeibîyê şerê DAIŞê kirîye û herwiha beşdarî di çendîn kampeynekî mezin weke xwestî serkevtin kirîye û herwiha di operasyonên li dijî DAIŞê de beşdar dibin. Ji ber hindê em di armanca têkbirina DAIŞê de hevbeş in. Li hinek navçeyan, çend raportek ji alîyê xelkê ve hatine bilindkirin ku ji alîyê hêz û milîşeyan ve destdirêjî pê hatîye kirin. Hikûmeta Iraqê jî ferman derxistîye û daxwaz ji wan hêzan kirîye ku pabend bin. Em jî hêvîdar in ku hemû hêzên li Iraqê ew hêz bin ku parêzgarîyê li bê tawanan bikin, bala wan li ser dijminên rasteqîn be ku dijminê me yê rasteqîn DAIŞ e.

Niha karê hevbeş ê we li gel hêzên Pêşmerge çi ye?

Li Herêma Kurdistanê, çalakîyên me li gel Pêşmerge bi şêweyeke sereke rahênan e, pêştir jî min behs kir, Me navenda hemahengîya Kurdistanê heye ku ji alîyê Îtalîyan ve serpereştîya wê tê kirin û hejmareke welatên din jî hene ku di meşqpêkirinê de beşdar in ku di nav wan de Hungarya, Brîtanya, Swêd û Almanya hene. Ew rahênanê bi hêzên Iraqî dikin bi rêya hevpeymanîyê û herwiha peywendîya dualî jî hene. Bi xwe dibînî, amadebûna hêzên bîyanî li Iraqê bi tenê peywest nîne bi hevpeymanîya bi serokatîya Amerîkayê, hejmareke rêkevtinên hemahengîyê hene di navbera welatan bi şêweyekî rasterast li gel Iraqê. Ev rêkevtinên hemahengî jî li derdora tiştekê kombûne ku em dikin bo têkbirina DAIŞê. Vê yekê jî wiha kirîye, hêzeke Pêşmerge ya bihêztir hebe, hêzeke emnî ya Iraqê ya bihêztir hebe, peywendîyên di navbera welatan de dikin, ew welat Kanada be an Fransa, Almanya, Poland û welatên din jî ku pabend in bi hebûna hevbeşekî Iraqî yê bihêztir û herwiha berdewam bin di têkbirina DAIŞê de.

Alîkarîya darayî ya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam e?

Hevpeymanan û Amerîkayê, peywendîyeke berdewam heye li gel Wezareta Berevanîyê ya Iraqê û herwiha Wezareta Pêşmerge. Ez dixwazim vê yekê jî bêjim, ji 2014an ve, vê hevpeymanîyê nêzikî 4 milyar dolar dabîn kirîye bo asayişa Iraqê, çar milyar dolar, sala derbasbûyî bi tenê nêzikî 1 milyar dolar terxan kir, ev bo mûçe, dabînkirina kelûpel ku di nav wan de, otomobîlên serbazî, çek û mûşek û herwiha otomobîlên taktîkî û weberhênan mezin li hêzên asmanî yên Iraqê. Ev jî tiştekî taybet e ku hêzên hevpeyman li gel xwe anîne û bi çendîn şêweyên cîyawaz dabeş kirine, ev jî bi rêya peywendîyên di navbera Iraq, welat û herwiha bi rêya hevpeymanan. Me ev weberhênan bo hêzên Iraqî yên hevbeşên me kirîye, ji ber ku metirsîya DAIŞê  metirsîyeke cîhanî ye. Nêzikî yek li ser sê welatên cîhanê li gel hev kom bûne û hevpeymanîya navdewletî pêk anîne. Me jî hemna ew armanc heye ku xelkê Iraqê heye, ev jî piştrastbûne ji wê DAIŞ ti carekê nekare careke din dest bi ser yek kîlometrê de jî ji xaka Iraqê û ti taxeke vî welatî de negire.

Hevkarîya we li gel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) berfireh bûye?

Hevpeyman berdewam e li hemahengî û karê hevbeş li gel HSDê. Hefteya derbasbûyî operasyoneke hevbeş a komandoyên HSDê û hêzên taybet ên hevpeymanê ku karîn 8 terorîstan desteser bikin. Hfteya pêştir jî me karî emîrê berê yê petrolê yê DAIŞê desteser bikin li parêzgeha Dêrezorê. Herwiha me emîrê berê yê Reqayê jî desteser kir. Ev operasyon ji alîyê HSD û herwiha hêzên hevpeymanan ve hatin encamdan. HSD bi rastî karên mezin dike li Sûrîyê, zêdetir ji 10000 desteserkirîyên DAIŞê li alîyê wê ne ku ev çekdar jî zêdetir ji 50 welatan hatine. Ji ber wê yekê ev kêşeyeke navdewletî û cîhanî ye ku HSDê xistîye ser milên xwe bo ku piştrast be DAIŞ nebe metirsî.Herwiha asayişa wan heye li kampa El Holê û kampên din ku xanewade û endamên malbatên DAIŞîyan lê hene ku hinek ji wan heta niha fikra DAIŞê li gel maye û ku dixwazin veguhêzin bo xelkê din jî. HSD hewleke gelek mezin dide û ev jî di bin guşareke zêde.

Geli ti hemahengîya we heye li gel hêzên Sûrîyê, ji bo berengarbûna DAIŞê li bakurê Sûrîyê?

Li bakur rojhilatê Sûrîyê, hevpeyman li parêzgehên HSDê û Dêrezorê karên xwe dikin. Ew navçe gelek teng  dibe, bi taybetî heta digihije bajarê Qamişlo, Rimêlan û Dêrikê. Hinek caran jî bi dirêjîya rêyan karvanên otomobîlên hevpeymanan û hêzên Rûsyayê rûbirûîyê hev dibin. Me proseyeke demdirêj a kêmkirina girjîyan heye ku bi wê rêyê generalên hevpeymanan peywendî bi generalên Rûsî dikin. Bi wê rêyê em behsa cihên xwe dikin li asman û li bejahî. Hinek caran ev hêz rûbirûyê hev dibin, lêbelê ev hemû di çarçoveya kêmkirina girjîyan de dibin. Rawestaneke demkî heye û paşê her tiştek bi aştîyen tê çareserkirin û her yek bi rêya xwe de diçe. Armanca me ji wê hevbeşkirine li gel HSDê bo desteserkirina paşmayên DAIŞê, îtina şaneyên razayî yên DAIŞê, dîtina tora darayî ya DAIŞê, torên qaçaxcîyên DAIŞê û parastina kêlgehên girîng ên petrolê ne. Sala 2015 DAIŞ bi rêya dizîna petrolê milyon dolar bi dest dixist, lêbelê niha ew petrol ewle ye. Ewle ye ji ber ku HSD û hevbeşên wê li gel hêzên hevpeyman parêzgarîyê li wan bîrên petrolê dikin ku nekevin jêr destê terorîstan.

Di çend rojên derbasbûyî de, xelk ji Til Temirê aware bûn ji ber topbarana çekdarên ser bi Tirkîyê ve. We çi kir ji bo ragirtina wê topbarana li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê?

Li navçeya bakur rojhilatê Sûrîyê û Rojava, rikaberîya mezin tê de ye. Serinca hevpeymanan û sedema hebûna me li vê derê DAIŞ e. Weke beşek ji armanca têkbirina DAIŞê, em hevkarên Hêzên Sûrîya Demokratîk bûn bo azadkirina piranîya Sûrîyê ji êrişên DAIŞê. HSDê serokatîya têkbirina DAIŞê li Reqayê kir, herwiha adara sala derbasbûyî ku hîn jî salek bi ser de derbas nebûye, HSDê DAIŞ bi temamî di warê fîzîkî de li Baxozê têk bir. DAIŞ hîn jî di metirsîyên bo ser gelîyê çemê Firatê berdewam e. Em jî hevkarîya Hêzên Sûrîya Demorkat dikin ku rûbirûyê van metirsîyan bibe. Derbarê girjîyên din ên li navçeyê, hevpeyman beşek nîne ji wan girjîyan, lêbelê em hêvîdar in ku hemû hêzên serbazî yên li navçeyê her tim rêz li bêtawanan û xelkê medenî bigirin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin