Mustafa Özçelik: Em Bi Koça Dawîya Kak Celîl Gadanî Xemgînin

Mustafa Özçelik: Em Bi Koça Dawîya Kak Celîl Gadanî Xemgînin

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik bi peyameke weşandî sersaxî ji malbat û heval û hogirên kak Celîl Gadanî re xwest.

A+A-

Peyama Özçelik wiha berdewan dike:

Kadro, pêşmerge, rêber û serkirdayekî dêrîn yê têkoşer, dilsoz, fedakar, Kurdistanî kak Celîl Gadanî roja 06.08.2020an jiber nexweşîya coronayê koça dawî kirîye.


 

Kak Celîl Gadanî pêşmerge, kadro, rêber û endamê serkirdayetîyê yê dêrîn ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye.


 

Kak Celîl Gadanî di 87 salîya xwe de koça dawî kir, lê eve 70 sale li Rojhilatê Kurdistanê her wek rêber, kedkar, serkirda, xizmetkar û têkoşerekî doza azadîya Kurdistanê xebitîye.


Em bi wefata kak Celîl Gadanî gelekî xemgînin.


Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê, sersaxîyê ji malbat û heval û hogirên kak Celîl Gadanî re dixwazim.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

06.08.2020


Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

Celîl Gadanî kî ye?

Celîl Gadanî sala 1934 li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûbû û sala 1948 bûbû endamê Hizba Demokrata Kurdistanê û paşê di serdema Mihemedriza Şah ê Pehlewî de ji ber çalakîyên xwe yên sîyasî hatibû girtin û bo dema 13 salan hatibû zindanîkirin.

Gadanî di girtîgehê de zimanê Ferensî xwandibû û di zimanê Ferensî de bawernameya lîseyê ji Zanîngeha Tehranê wergirtibû.

Piştî rûxana hikûmeta paşatîyê li Îranê, Hiza Demokrata Kurdistanê çalakîyên xwe bi awayekê aşkere destpê dike û wê demê Celîl Gadanî wek endamê rêberî yê partîyê tê hilbijartin û dibe endamê polîtboruya Hizba Demokrat

Sala 1988 Celîl Gadanî û hejmarek endamên Hizba Demokrat ji partîyê cuda bûn û navê Hizba Demokrata Kurdistana Îran-Rêberîya Şoreşgêr li xwe kirin û Gadanî bi xwe bû Sekreterê Giştî yê wê baskê Hizba Demokrat.

Celîl Gadanî heta sala 1996 ku ew baskê cudabûyî careke din bi Hizba Demokrat re dibe yek, wek Sekreterê Giştî yê Rêbertîya Şoreşgêr dimîne. Paşê di kongreya 10an a Hizba Demokrat de, yekemîn kongreya piştî yekgirtina herdu alîyên Demokrat, Gadanî dîsan weke endamê rêberî û endamê Polîtboruya Hizba Demokrat tê hilbijartin.

Sala 2006 ku careke din Hizba Demokrat perçe bû û bû du beş, Celîl Gadanî dîsan yek ji wan kesan dibe ku cuda dibe.

Di kongreya 14 a Hizba Demokrata Kurdistanê de ku piştî perçebûna Demokratê hat lidarxistin, Gadanî wek Berpirsê Komîsyona Çavdêrî ya HDKê hat destnîşan kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin