Mûrad Ciwan nivîsî: Çar Stûn

Mûrad Ciwan nivîsî: Çar Stûn

Ji Sultan Selaheddînê Eyubbî heta Mîr Celadet Bedirxan

A+A-

Neteweyên ser ruyê erdê di rojekê de peyda nebûne. Avabûna neteweyan bi prosesa bûyerên sedsalan pêk tê. Kurd jî îdî di qonaxa netewbûnê de ne. Bi saya bidestxistina dewleta federe a li Kurdistana başûr, em ketine destpêka qonaxa kemilîna netewetîya modern. Îdî ew dam û dezgeyên dewletbûnê ava dibin ku bingehên nasnameya neteweyîyê ne, xelkekî digihînin netewetîya modern a kemilî.

Gava em bala xwe bidin dîyardeya pêkhatina neteweyê kurd, em ê bibînin ku ew ne encama momentekê an  qonaxa buyerên deh salan, heta çend sed salan e. Erê qonaxên dîrokê bi xetên qalind ji hev cuda nabin, ew wek pêçîkên her du desta ne,  gava meriv wek devê du şehan di hev radike, pêçîk di hev re derbas dibin. Di dîroka însanan de jî dawîya qonaxa  kevn û destpêka qonaxa nuh bi vî awayî di hev re derbasbûyî ne. Lê dîsa jî meriv dikare bibîne ku erê wa ye qonaxekê umrê xwe temam kirîye û cîyê xwe ji qonaxeka nuh re hiştîye. Ez vê xusûsîyetê li ber çav digirim, lê dîsa jî ji bal min ve bêşik e, ku qonaxa destpêbûna avabûna neteweyê kurd ji avabûna dewleta Eyûbîyan, ji Selaheddînê Eyûbî dest pê dike.

Ji Selaheddîn heta îro qasî 900 sal derbas bûne û ji wê rojê heta îro bi hezaran buyerên civakî hene ku di nexş û mîmarîya avabûna neteweya kurd de wek xerc û kevirên avayîyekê cîyê xwe girtine. Eger em netewetîya kurdî bişibînin avayîyekê, ev avayî li ser hin stûnan bilind bûye ku heta îro çar stûnên wê xwe bi temamî dîyar kirine. Stûna pêşîyê Selaheddînê Eyubî ye, ya duduyê Şeref Xanê Bedlîsî ye, ya sisîyê Ahmedê Xanî ye, Ya çarê Celadet Bedirxan e. Heke em bixwazin, em dikarin netewetîya kurdan ne weka avayîyekê, lê weka proseseka dîrokî, weka xeteka kêşayî ya mêjûyî jî bibînin, wê gavê ev her çar şexsîyetên dîrokî  bi gotina îngilîzî dibin milestone (kilometretaşî, kevirê kilometreyan) li ser vê rêya dîrokî ya netewebûnê.

Helbet ev nivîs ne cîyê lêkolîneka biserûber e, ez dixwazim îdîaya xwe ji bo heryekê ji van stûnan bi çend rêzan dîyar bikim.

Selaheddînê Eyûbî, ew kurdê belkî here naskirî ye ku di sedsala 11ê de împaratorîyek ji Kafkasyayê heta Yemenê, Misrê û bakurê Sudanê ava kir, ji Helebê heta Sêwas û Kafkasyayê, heta Mûsilê nêzî nîvê dewleta wî warê kurdan bû, jê pêştir, dîwana wî, pirranîya ordîya wî, serokên wî yên eskerî û emîrên wî yên bajar û eyaletan ji kurdan, ji mîr û serokeşîr û eşîrên kurdan pêk hatibû, mizgeft, medrese û xaneqayên wî bi alimên kurd dagirtî bûn, kurdbûna xanedana eyyûbîyan di împaratorîyê de eşkeretîyeka bê minaqeşe bû. Mîr û serokeşîran sîstemeka nuh a îdarî xistin merkeza împaratorîyê; Dimeşq û Qahîreyê, dam û dezgeyên îndo-îranî şûna damûzegeyên samî-erebî girtin, sîstemeka îdarî ya îndo-îranî avabû, navên farisî û kurdî ên dezgehan û yên sîstemên îdarekirinê ketin şûna navên erebî, dîwanbîmarîstantekya û xaneqa li merkeza împaratorîyê, herêmên ereb û ên miletên din jî hatin bikaranîn. Li Misrê, li Qahîrê mezhebê ku di dema Xelîfatîya Fatimîyan de hebû cîyê xwe ji şafiîtîyê re berda.

Ew li Qahîre û Dimeşqê, li herêmên ereb her tim wek kurd hatin dîtin û çavnebarî li wan hat kirin. Lê li bakurê împaratorîyê, li warê kurdan mîrîtîyên kurdan li ser esasê etnîsîteya kurdî geş bûn, xurt bûn, li nav erdên ereban û afrîkîyan eger umrê împaratorîyê qasî qirnekî ajot jî li ser axa kurdan mîratxurên eyyubîyan çend sed salan hukumranî kir, tevayîya mîrekîyên kurdan bi xwe wek berdewama vê împaratirîyê heta nîvê sedsala 19ê hatin. Loma jî tu şik jê tuneye ku Selaheddînê Eyyubî stûna pêşî a hebûna neteweyê kurd e.

Stûna duduyan Şerefxanê Bedlîsî ye. Ew, bavê nuveyên bîrûbawerîyên netewetîya kurdan e. Di dewranekê de ku seranser dewletên mîrîtî yên feodal hebûn, îdeolojîya dînî serdest bû, her kesî ji mîrekîya xwe re digot welatê min, wî hidûdê kurdan li ser esasê etnîsîteyê kêşa, Kurdistan, welatê kurdan ji hidûdê ereban heta bi hidûdê gurcan û ermenîyan kêşa. Kurdistan li ber çavên wî ne ew eyaleta resmî a ku Şahê Îranê an Sultanê Osmanî resmî bi nav dikir, lê seranserê axa kurdan bû ku diket nav hidûdê herdu împaratorîyan.

Ew derket ser hidûdê herdu împaratorîyan jî û wî çarçeweya teng a mîrekîyên kurdan jî çirand, nasnameyeka di ser hemûyan re dîyar kir ku ew jî nasnameya kurdîtîyê bû. Zimanê kurdî gihand nasnameyeka bilind ku di binê wê de behsa çar zaravayên kurdî kir. Tevî ku ew mîrê mîrekîyekê bû, tarîxa hemû mîrekîyên kurdan nivîsî û ne bi subjektîvîya perspektîva mîrekîya xwe, lê bi objektîvîya perspektîva etnîsiteya kurdî tarîxa hemû mîrekîyan nivîsî, bi eynî dilgermîyê nêzî hemûyan bû, sentezek derxist ku nasnameyeka etnîkî li dervayî îranîtî û osmanîtî rengveda.

Ahmedê Xanî pirr eşkere berdewama Şerefxanê Bedlîsî ye. Li gor wî jî hidûdê welatê kurdan ji ereb heta bi gurcan  e. Ahmedê Xanî, xusûsîyeta wî ya herî girîng ne ew e ku ew berdewamî ye, ew e ku ew pêşhatîyê dewranên pêşîya xwe ye. Ew bi her aweyê xwe alahilgirê (sencaqdarê) netewetîya kurdî ye, banga manîfestoya nasyonalîzma kurdî wî belav kirîye. Ew di sedsala 17an de jîyaye, lê fikrên wî ew qas modern in ku ên sedsala 20ê ne. Rojhilatnas li ber fikrên wî yên ew qas modern, ketine şikê ku gelo ev fikir pişt re hatin hûnan û bi wî ve hatin zeliqandin. Lê na, her eynî zana qebûl dikin ku ew bi tarîx û belge  ramanên wî bi xwe ne.

Xusûsîyeta Ahmedê Xanî a herî giring ew e ku ew bavê nasyonalïzma kurdî ye, danerê paradîgmaya ramanwerîya kurdî ye. Tesbîtên wî yên li ser rewşa kurdan, armancên wî yên ji bo dewleteka yekbûyî ya kurdan û rê û dirbên ku meriv ê çawa bigihîje van armancan di Mem û Zînê de ew qas zelal in, ku meriv dikare bê guhertin û şîrovekirin programekî tekûz ê partîyeka kurdî ya modern a sedsala me jê derxe û li pey wê programê bimeşe.

Celadet Bedirxan jî ji sedîsed berdewama Ahmedê Xanî a sedsala 20ê û pîrê ronesansa neteweyîya kurdî ye. Ew ne tenê danerê alfabe û rêzimana kurdî ye, ew mîmarê restorekirin û modernkirina avayîya kurdbûnê ye. Bi xebata xwe ya sîyasî, ya zimanevanî, civakî û kulturî wî her tim wek mîmarekî plan danîne ku kurd bi ziman, kultur, sîyaset û nexşeyên xwe yên ber bi armanca netewebûna modern de bi her awayî xemilandî bin.

Dewra jîyana Celadat Bedirxan bêşik yek ji wan tarîtirîn dewrên kurdan e. Kurd bûne çar perçe, hatine firotin û xapandin, serîhildanên wan ên herî giring bi hevkarî û plangerîya navneteweyî hatine şikandin, hetine tenêhiştin, zilm, zordarî, înkar û îmhayek bê hempa li ser serê kurdan e. Piranîya serokên kurdan hatine kuştin, yên mayî jî li sirgûn û penaberîyê, di nava bêîmkanî û destgirêdayîyê de diqelqilin. Agirê habûna kurdan ha dimire, ha ditemire….

Lê di dewreka ew qas tarî û teng de, desteyeka, tayfeyeka leheng a  keştîya bayê a kurdan diqilqile, dirikrike, dibizive ku keştîyê ji noqbûnê xelaske û rotayê bide ber bi peravên hêvî û rohnayîyê. Ev deste, Celadet e, Kamuran e, Memduh Selim e, Nûrî Dersimî ye, Cegerxwîn e, Osman Sebrî ye, Qedrî û Ekrem in, Dr. Nafîz e, Nûreddîn Zaza ye, Qedrîcan e. Û gelekên din in. Lê bê virdewêde pîrê vê desteya leheng a dêwîn Mîr Celadet Bedirxan e, murşidê vê xaneqaya pîroz a netewetîyê ku tê  de bîr û bawerîyên kurdewarîya sedsala 20ê tên kewandin û kemilandin Mîr Celadet Bedirxan e.

Mîr Celadet Bedirxan ji bo neteweyê kurd ji zimanzanekî, ji danertîya alfabe û râzimana kurdî gelek gelek wêdetir e. Ew rehberê ronesansa kurdî, mîmarê çarê, stûna çarê a peydabûn û gihîştina avayîya neteweyî ya kurdî ye.

Ew kurê zemane yê Sultan Selheddînê Eyûbî ye, alaya destê wî ji destê Ahmedê Xanî hatîye dewrgirtin.

Ji bloga Mûrad Ciwanî hatîye hilgirtin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin