Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo)

A+A-

mirehekan1.jpg

Dema li pînika mirîşkan hêk ji destê min ket û şikest rêwitiya min a bi hêkan li wir dest pê kir

Hunermend Mîrê Hêkan (Cemal Evdo) di sala 1961ê de li Başûrê Rojavayê Kurdistan, bajarokê Dirbêsîyê hatîye dinê. Dirbêsîyê, dikeve jêra Qoser a Mêrdîn û bajarokekî piçûk yê ber sînorê serxet û binxeta ku, bi erdên mayînkirî û têlên bistirî hatîye dorpêç kirî ye.

Jîyana birêz, heta dawîya dibistana navendî li ser sînor derbas bûye. Êşa erdê mayînkirî, têlên malxerab û perçekirina bandora sînorê serxet û binxetê, têsîrek mezin li jîyana hunermend kirîye û bûye çavkanîyek herî dewlemend ji pêşeroja wî û hunerê wî re.

Hunermend Mîrê Hêka (Cemal Ebdo), bi têna ewîna Mem û Zîn, bi bandora helbestên Melayê cizîrî, Feqîyê Teyran, Nemir Osman Sebrî, nemir Seydayê Tîrêj, destanên Kurdî û şahê helbesta Kurdî a Modern  nemir Cîgerxwîn, li ser van têlên bixwîn derbas  bûye. Bandora vê jîyana perçe perçe, hunermendê me yê hêja kirîye ziman û qêrîna Kurd û Kurdistan a ser van têlan.

Hunermend Mîrê Hêka, xwedî ramanek azad, xwedî hestên ji kûrahîya axa Kurdistan tê ye.

Mîrê Hêka, piştî qedandina perwerdeya dibistana navîn, di destpêka sala 1981ê de, di nozdehsalîya xwe de Koçber dibe. Li Elmanya dibe penaber.

Li Elmanyayê, di Zanîngeha bajarê Aachen de beşa Endazyariyê xwendiye. Di ber re jî beşa şanogerî û derhêneriyê kuta kirîye. Di heman demê de bi hinek derhêneran re dixebite û herweha di şanoyan de berhemên xwe jî pêşkêş kirîye.

mire-hekan-cemal-ebdo-001.jpg

Mîrê Hêkan, di berhemên xwe de qaşilkê hêkan rengûreng bikar tîne û mijara hunerê wî jîyan e. Mijar, jîyana perçekirî û dabeşkirina axa Kurdistan, sînorên kujerên jîyana Kurd, li ser erdên mayînkirî, êşa laşên bêxwedî, jiyana perçe perçe ye. Hesreta Kurdistan, raperîna li henber vê zilma kambax a li ser û ber wan sînorên têlkirî, mayînkirî, bandora xwe daye ser berhemên wî jî.

Dema ku em hêkê tînin bîra xwe, ewil xwarin tê bîra mirov,  lê ji xeynî xwarinê hêk bi xêra Mîrê Hêkan daxilî nav hunerê jî bûye. Ew qalikên ku em piştî hêkê dişikînin diavêjin çopê, di tabloyên Mîrê Hêkan de, ji nû ve bi ruh dibe. Carinan dibe çav,  carinan dibe çar parçeyên Kurdistanê,  carinan dibe lehî,  carinan dibe ala Kurdistan û carinan jî di nav sînoran de asê dimîne.

Mîrê Hêka, fikra kişifkirina bikaranîna qaşilkên hêkan bi van gotinan tîne ziman:

“Dema li pînika mirîşkan hêk ji destê min ket û şikest rêwitiya min a bi hêkan li wir dest pê kir”

Şêwaz,  gewde,  xweşikbûn û bedewbûna hêkê bû sedem ku berê xwe bi vê hunerê ve bikim. Ji kadîna zaroktiya min, dema ku diçûm pînika mirîşkan da ku hêkan bidim hev,  min rahişt hêkê,  ji destê min ket û şikest.  Li wir rêwîtîya min û hêkan dest pê kir.”

Mîrê Hêka, di hunerê xwe de hêkê dike sembola jîyanê û awa dinirxîne; “Çima ne hêk? Ji ber ku hêk ez im,  tu yî,  ew in,  hûn in,  ma em hemû ne ji hêkan in ? Hêk nişana jiyanê ye,  hêk di tabloyên min de şanogerek e û tablo bi xwe dika şanoyê ye.”

Mîrê Hêka li ser kar û hunerê xwe dibêje; “Hemû xebatên min taybet in,  tu xebatên min an jî tabloyên min nabin wekhev,  her tabloyek cuda ye bi naveroka xwe,  bi afirandina xwe û bi reng û bergên xwe,  ji ber ku hêk bi gelek wateyên xwe tîbûna afirandinê li ba min têr dike.”

Di virde dîsa peyvê digire û dibêje;

„Ji xwe Çavên neçîrvanan bi meraq li benda ditîna tiştên veşartine û bi hêvîne ku ew, xezîna xwe veke heta ku rastiyên tazî, yên daliqandi, yan jî ên sekinîn werin xuyakirin.“

Mîrê Hêkan li ser hunerê xwe û bazara firotina keda hunermendan jî taybetîyek xwe tîne ziman û dibêje;

“Ma evîna dilan tê firotin? Ma hezkirin tê pîvan? Ji ber ku min xwest hunera min azad be,  ji bin destê bazara kirîn û firotinê û ji partî û rêxistinan derkeve min aboriya xwe ji hunerê veqetand.”

13.07.2019

mirehekan05.jpg

mirehekan3.jpgmirehekan04-001.jpgmirehekan06.jpgmirehekan2-001.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin