Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Milet çawa dibin dewlet?

A+A-

 

Her miletek li ser erda xwe, bi zimanê xwe, bi ola xwe, bi reng, deng û adetên xwe weke milet hene û dijîn. Lewra jî her miletek li gor xwe qanûn û yasa datînin li gor wan xwe û miletê xwe bi rêve birine û dibin.

Di dema destpêkirina ku milet dibûn dewlet, bêtirîn rêvebirên wan jî ya şêxek, eşîrek, lordek û ya jî axayek bû û ew rêvebirên welat û dewleta xwe bûn. Her miletek li ser erda xwe ji bona jiyaneke xweş jiyanin û dijn.

Lê mirov nikare bibîne ku mileteke bi rê û olaxên demokratîk bûne dewlet. Ji bona ku tu bibî dewlet, bi karanîna zorê, hukmê dar û devê tifingê lazim e. Hemî miletên bûne dewlet ev bi kar anîne.

Di hemî cîhanê de hin qanûn û yasa hene ku li gor wan, hin milet gav bi gav berbi dewletbûnê ve çûne û roj hatiye dewleta xwe jî ragihandine.

Di destpêka ragihandina her miletê ku dibûn dewlet, dibe ku hin zor û zehmetî, hin yasa û qanûn hebûne ku heta wan pêk neanîne ew milet nedibûne dewlet.

Ji ber vê bû ku ji bona miletê bibe dewlet divê wan qanûn û yasayên ji bona dewletbûnê hatine danîn pêk bînin da ku bikaribin, dewleta xwe ragihînin.

Ev weke qanûnek navneteweyî ye ku dema te xwest bibe dewlet divê tu wan pêk bîne. Loma heta ku miletê kurd jî wan pêk neynê wê nikaribe bibe dewlet.

Çine wane?

Helbet hema bêjin êdî herkes wan yasa û qanûnana dizanin, ji xwe rêveberin milet vê yekê ji herkesan baştir dizanin.

Ji roja perçebûna welatê me û heta niha em weke kurd her berxwe didin da ku dewleta xwe ya kurdî ragihînin. Ev derfet piştî 1992an ketiye destê kurdan û roj bi roj ev bêtir dikeve jiyanê da ku em jî weke miletê cîhanê dewleta xwe ragihînin. Lê…

Lê ji bona em bikaribin dewleta xwe ragihînin, divê berê em di nava xwe de, ji bona vê ragihandinê yek bin. Divê li ser asasê xeta neteweyî dem û dezgehên ku mirov dike dewlet bêne damezrandin.

Ji bona ku mirov bibe xwedî dewlet xeta asasî û ya girîng divê cêşeke (hêz, ordî) te ya neteweyî bê damezrandin ew jî li  ser navê dewletê û cêşa neteweyî be. Heta ku ev cêş pêk neyê zehmete ku mirov bikaribe dewleta xwe ragihîne.

Ma tenê ev?

Helbet na. Ji bona tu dewleta xwe ragihîne divê tu di nava xwe de yek be. Cêşa te ya neteweyî hebe. Divê tu bikaribe sînorên xwe biparêze.

Ji bona tu bibe dewlet, ji bilî hêz û cêşa te ya neteweyî pêve divê tu hêz û qawetên din yên çekdar di welatê te de tune bin. Dibe ku gelek partiyên welêt hebin, lê li ser xeta neteweyî divê li hev bin û xwedî yek helwest bin.

Niha armanc û hedefa miletekî ji bona bibe dewlet divê wan xalên min bi nav kirin pêk bînin. Dibe ku ne ew tenê bin, dikare hinên din jî hebin. Lê min xwest bi çend xalên girîng ku yên miletan dike dewlet bînim zimên.

Ji bona dewleteke me ya kurdî jî bê ragihandinê divê berê, hemî dem û dezgeh li gor xet û asasê neteweyî bêne damezrandin. Partiyên heyî li gor xeta neteweyî divê li hev bin û nakokiyên nava xwe ji bona damezrandina dewleta kurdî, rakin

Heger tu nebe xwediyê xwe û cêşeke neteweyî, ji xwe ne pêwîst e ku tu behsa dewletê bike. Ya din heger tu sînorên xwe naparêze, hêzên çekdar yên ne girêdayî hukumetê hebin ew bi temamî dibe rêgir li hemberî dewletbûnê.

Lewra li gel parastina sînorên xwe, divê tu xwediyê cêşeke neteweyî û yek girtî be. Astengî û êşa me li başûrê kurdisganê ev e. Lewra jî divê vana rojekê berî rojekê bêne temam kirin.

Em ê weke kurd çawa bibin xwedî dewlet???

 

Heger em weke kurd, ji xwe re Dîwana Melayê Cizirî di şevreşa miletê xwe de weke findekê (mûm) nebînin. Heger em Mem û Zîna Ehmed Xanî weke rehberekê ji bona xwe nasnekin. Damezrandina Kurdistanê li Mahabadê weke xelasiya miletê kurd piştî demeke derêj weke care ewil, nizanibin.

Heger di destpêkê de me hemî serîhildan û serokên şoreşên xwe yên ji bona azadiya kurdistanê ji xwe re kiribana rêber. Me Tekoşîn û berxwedana Barzaniyan û bi taybetî ya Barzaniyê yê nemir ji xwe re weke rêbazekê qebûlkiribana û dîtibana, dibû ku îro Kurdistana mezin heba…

Ji bo hemû nivîsên Bûbê Eser bitikînin

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar