Mihemedê Hacî Mehmûd: Divê Kurd ji Bexdayê vekişin

Mihemedê Hacî Mehmûd: Divê Kurd ji Bexdayê vekişin

.

A+A-

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê peyamek belav kir û biryarên wê wek “zincîreyek biryarên ne di cih de” bi nav kir û daxwaz kir, “Divê Kurd ji Bexdayê vekişin û ti peywendiyek di navbera Kurdan û Bexdayê de nemîne.”

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd li ser biryarên Dadgeha Federal a Iraqê got, “Tevî gelek peyam û daxuyaniyên me yên di dema borî de derbarê biryar û pêşniyarên nedestûrî yên bi navê Dadgeha Federalî li dijî gelê Kurdistanê û pêkhateya siyasî ya herêmê, ku bê guman pişta wê stûr bûye bi têgihîştina me ya ji kûrahiya rayedarên Bexdayê.”

Mihemed Hacî Mehmûd anî ziman, “Ji ber vê yekê ez bang li Kurdan dikim ku êdî xwe, neteweya Kurd û pêkhateya siyasî ya Herêma Kurdistanê nedin dest qederê, dadgeheke Erebî çend biryarên nerewa dane, wek mîrateya Kurdan be, ez dibêjim divê Kurd ji Bexdayê vekişe û ti peywendiyek di navbera Kurdan û Bexdayê de nemîne, ti nûnertiya Iraqê jî li Kurdistanê nemîne.”

Mihemed Hacî Mehmûd herwiha got, “Iraq pêwîstiya wê bi dadgeheke destûrî heye û dadgeha ku di dema destûra demkî ya Iraqê de hatiye avakirin, biryarên siyasî ne û ti rewatiya wê nîne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin