Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

.

A+A-

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Gefên Tirkiyê û gefên Erdogan divê em bi cidiyet bin. Em weke miletê rojava cidiyetê didin, lê mixabin tevgera me ya siyasî haya wê ji van tiştan tine, dibêjin Erdogan propagandayekê ji xwe re çêdike.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku li ser erdê tiştên ku ew dixwazin pêk nehatine, ji ber vê yekê gefa operasyonê li hember rojavayê Kurdistanê dixwe.

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Mihemed Yûsif eşkere kir: “Gefên Tirkiyê û gefên Erdogan divê em bi cidiyet bin. Em weke miletê rojava cidiyetê didin, lê mixabin tevgera me ya siyasî haya wê ji van tiştan tine, dibêjin Erdogan propagandayekê ji xwe re çêdike. Lê divê em baş li ser bisekinin, çi qas Erdogan gef kirin, gefên xwe birine serî. Tevgera me ya siyasî mixabin heta niha nekariye yerêziyeke Kurdî çêbike, ji bo ku van gefan bisekinîne. Ev 6-7 heyv in, ENKS û TEV-DEM di danûstandinan de ne heta îro tiştek xuya nake, gihane ku derê jî ji milet re jî nabêjin û nizanin em hene û tine ne. Tevgera me ya siyasî di warekî de ye, milet di warekî din de ye.”

Li ser cidiyeta gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê, Mihemed Yûsif destnîşan kir: “Me dît Erdogan gef kirin, Efrîn çû, gef kirin Girê Spî û Serê Kaniyê çû.”

Mihemed Yûsif bal kişande ser pêwîstiya yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî û got: “Îro eger tevgera me ya siyasî bi cidiyet li ser gefên Erdogan nesekine, dê ji Dirbêsiyê heta Dêrikê jî here.”

Yûsif eşkere dike: “Eger ev yekrêzî hebûna, belkî Efrîn jî neçûbana û Serê Kaniyê jî neçûbana. Amerîka ji me re dibêje, Rûsya ji me re dibêje, dinya tev dibêje, Yekîtiye Ewropa dibêje; yekrêziyeke Kurdî çêbikin.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin