Mesrûr Barzanî: Em di çaksaziyan de serkeftî bûn, me karî rewşa Herêma Kurdistanê baştir bikin

Mesrûr Barzanî: Em di çaksaziyan de serkeftî bûn, me karî rewşa Herêma Kurdistanê baştir bikin

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî panela dawî ya Dîdara Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ya bi sernavê ‘Hikûmeta Herêmê ber bi pêşerojê ve: Stratejîk, astengî û derfet’ bû û bersiva pirsên rojnamevan Amberîn Zaman da.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Em di çaksaziyan de serkeftî bûn û ligel hemû astengiyên ku di dema du salên desthilata kabîneya nehem de derketine holê, me karî rewşa Herêma Kurdistanê ber bi baştir bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Dema me erkê vê kabîneyê girt stûyê xwe, me ragihand ku em ê çaksaziyan bikin. Dema min ofîsa xwe jî wergirt, em rûbirûyî çendîn astengiyan bûn, ji wan; belavbûna vîrusa Koronayê, daketina buhayê petrolê, paşketina sektora bazirganî û karsaziyê, tevî hebûna çendîn kêşeyên ewlehiyê li navçeyê, tevî van hemû kêşeyan, me hewldanên xwe yên ji bo çaksaziyê berdewam kir, her çiqas karekî hêsan nebû.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Me karî di çaksaziyan de serkeftî bin û ne tenê wê qonaxê derbas bikin, me karî rewşa Herêma Kurdistanê jî baştir bikin.”

Serokwezîr Barzanî got: “Dema me erkê birêvebirina hikûmetê wergirt, bi milyonan dolar deyn li ser me hebûn, Covid-19 serî hilda, qeyranên aborî yên xirab derketin holê, ji van wêdetir jî qutkirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqa Federal ve, berê jî kêşeyên weke şerê DAIŞê û hatina du milyon aware û penaber bo Herêma Kurdistanê, neşandina budceya Herêmê hebûn û ev kêşe hemû bi awayekî neçareserkirî ji kabîneya nehem re man, ev jî bargiraniyeke mezin bû û erkekî dijwar danî ser milê me.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Tenê di sala 2020an de, mûçeyên 6 mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê nehatin şandin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin