Mêrdîn: 21 cerdevanan istifa kir

Mêrdîn: 21 cerdevanan istifa kir

Li gundê Mensûrî yê navçeya Derîkê ku eşîra Metîna lê dijî, cendirmeyan bi ser dewetekê de girt û jinan tacîz kirin kirin, li ser vê yekê 21 cerdevanên li gund îstifa kirin. 

A+A-

Di 18’ê îlonê de cendirmeyan bi hinceta vîrûsa koronayê, bi ser deweteke li gundê Mensûrî yê navçeya Derîkê ya Mêrdînê ku eşîra Metîna lê dijî de girtin. Hat diyarkirin ku cendirme, li dewetê derbasî cihê jinan bûn û wêneyên jinan kişandin û ew tacîz kirin. Li ser tacîzê 2 jê yên dildar 21 cerdevanan îstifa kir. 

Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, gundiyan ji bo dewetê serî li Qereqola Cendirmeyan daye û destûrê girtine. Lê piştî ku dewetê dest pê kiriye, cendirme hatine gund û bi hinceta vîrûsa koronayê daxwaz kiriye ku dewet bê bidawîkirin. Ji ber ku gundiyan destûr girtiye, xwestine deweta xwe bidomînin û li ser vê yekê cendirmeyan mudaxaleyî dewetê kirine. Cendirmeyan girseya ku ji bo dewetê li hev kom bûbû ji hev belav kirin û piştre derbasî beşa ku jinê lê kom bûbûn û wêneyên jinan kişandin û wan jî ji hev belav kirin. 

GUNDIYAN SERÎ RAKIR

Piştî bûyerê cendirmeyan gund ne terikand û heta saetên derengiya şevê li gund man. Gundiyan bertek nîşanî mayîna cendirmeyan a li gund da. Li ser vê yekê cendirme jî di nav de di navbera gundiyên û cendirmeyan de alozî derket. Cendirmeyan heqaret li gundiyan kir û bi çekan jin û zarokan derb kirin. 

ÎSTIFA KIRIN

Gundiyan, berteka xwe ya li dijî cendirmeyan domand û bi dûrişmeya “îstifa” banga îstifayê li cerdevanên gund kir. Rojek piştî bûyerê 2 jê jin bi giştî 21 cerdevan çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Dêrikê û xwestin çekên xwe radestî fermandariyê bikin. Lê cendirmeyan çekan cerdevanan negirt. Cerdevanan çekên xwe danîn ber derê qereqolê û gotin ku wê îstifa bikin. Ji ber vê yekê di navbera cerdevan û cendirmeyan de nîqaş derket. Piştî ku nîqaş mezin bû, destûr hat dayîn ku cerdevan bikevin fermandariyê. Cerdevan çekên xwe danîn û daxwaznameyên xwe yên îstifayê radestî fermandariyê kirin. 

Cerdevanan di daxwaznameyên xwe de destnîşan kirin ku ji ber tacîzkirina jinan di dewetê de îstifa dikin û daxwaz kirin ku derbarê 3 rayedarên cendirmeyan de lêpirsîn bê destpêkirin. 

RAYEDARAN HEWL DAYE CERNDIRMEYAN JI BIRYARA WAN VEGERÎNIN

Dema ku cerdevan li fermandariyê bûne, Qaymeqamê Dêrikê Hîcabî Aytemur û hin rayedarên Walîtiya Mêrdînê xwestine cerdevanan ji biryara wan a îstifayê vegerînin lê cerdevan ji biryara xwe nehatine xwarê û piştî ku daxwaznameyên xwe yê îstifakirinê radest kirine, ji fermdariyê veqetiyane. 

Çavkanî/ MA

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin