Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 22 jin kuştine

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 22 jin kuştine

.

A+A-

Mêran di Kanûna Paşiyê de tundkarî herî hindik li 60 jinan kiriye, herî hindik zarokek kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 12 zarokan kirine, herî hindik 9 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 28 jinan dane kirin.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê ya 2021an de herî kêm 22 jin kuştine û tecawiz li 9 jinan kiriye.

Di Kanûna Paşiyê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 23 jinan (Wan 2, Nevşehîr 2, Mersîn, Isparta, Stenbol 3, Mûgla 2, Amed 1, Îzmîr 2, Aydin 2, Sînop 2, Karaman, Çorûm, Antalya, Şirnex, Kayserî) wekî “mirinên gumanbar” nivîsandiye. Ji jinên ku mirinên wan bi gumane yek jê Ukraynî û yek jî Ozbekî bûye.

Mêran li Manîsa, Dîlok, Antalya, Konya, Ordû, Hatay û Edenê gef li jinan xweriye û hewldane li Stenbolê du li Kocaêliyê jinek bikujin.

Mêrek li Konyayê bûye sedema xwekuştina hevjîna xwe.

Li Enqereyê jinekê neçar maye mêrê ku tundkarî li keça wê kiriye bikuje. Li Antalyayê jî jina bi navê M.Î. neçar maye mêrê xwe yê bi navê R.Î. ku bi awayekî rûti destê wê kelepçe lêxistiye û bi saetan derb kiriye, kuştiye. Herweha mafên xwe yê rewa bikaraniye.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê ya 2021an de herî kêm 22 jin û 2 mêrên ku li gel wan bûne jî kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 21 jin kuştine. Ji merak yek piştî ku ji girtîgehê tehlîye bûye jinekê kuştiye.

Jinên ku di meha Kanûna Paşiyê de hatine kuştin

Aleyna Yurtkolesî, Arzû Aygun, Aslihan Dal, Aygul Ç., Ayşe Yaylan, Dilan K., Dondu B., Esma A., Ferdane Kurt, Feride Y., Gonca Pekşen, Hatice B., Hatice S., Melek Ayaz G., Nergis Beyaz, Neriman K., Sevda K., Sevgi Tekin, Suryan B., Şadiye Ozturk, Şukran B., Vîldan İ.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

 Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Çorûm (1), Denizlî (2), Amed(1), Îdir (1), Stenbol (6), Kirşehir (1), Kocaelî (1), Konya (1), Meletî (1), Mereş (1), Mêrdîn (1), Mersîn (1), Samsûn (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 10 jinan ya meran nenivîsandiye. Meran 5 jin ji ber ku xwestine cihê bibin kuştine û 3 jin bi hinceta “hesûdiyê” kuştine. Mêran, jinekê ji ber ku bi heskiriyê xwe re zewiciye û sê jin jî bi sedemên “gesp” û “aborîyê” kuştine.

Di meha Kanûna Paşiyê ya 2021ê de, mêr, hevjîn/mêrê bere û hezkirî/destgirtîyê berê 14 jin kuştine. 3 jin ji aliye bav û endamên malbatê yên wek kur ve hatine kuştin. Jinekê ji aliyê heşt endamên malbata xwe ve hatiye kuştin. Jinekê du mêrên diz, jinekê hevala/ê wê û jinekê jî xizmê wê kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku mêrek jinek kuştiye nas e an ne nas e.

Mêran 12 jin li nava malan, çar jin li cihên weke otel, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran şeş jin li ku kuştine.

Mêran 11 jin bi çekên gulexwar, pênc jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê çar jin jî bi fetisandinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran du jin çawa kuştine

Pêvajoya hiqûqî

30 failên kuştina jinan hebûn. Tenê 20 ji wan hatiye girtin. 3 fail hatine desteserkirin.

3 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “lêdigerin” nivîsandiye ya yekî jî nenivîsandiye.

Kuştina zarokan

Mêran di Kanûna Paşiyê ya 2021an de herî hindik zarokekî kuştine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin mêrê ku zarokek kuştiye nas e an ne nas e. Li Stenbolê merek du zarok dîl girtiye. çapemeniyê li Stenbolê mirina zarokek weke “biguman” nivîsandiye.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Buşra K.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Baybûrt (1)

Pêvajoya hiqûqî

Faîlek mêr hebû û hatiye girtin.

Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê ya 2021an de herî kêm tecawiz li neh jinan kiye.  Par di heman mehê de ev hejmar 16 bûye. 

Du ji jinên tecawiz lê hatiye kirin Ozbekî bûye. Jinekê piştî ku ducanî bûye derketiye holê ku tecawiz lê hatiye kirin.

Jinekê bavê wê, jinekê stajyerê wê parêzer û jinekê jî rêvebirê wê yê li cîhê kar tecawiz lê kiriye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin 6 mêrên ku tecawiz li 6 jinan kiriye nas e an ne nas e.

Mêran li nava malan tecawiz li pênc jinan û li kargeh, ofîsa hiqûqê, metro ango li cih û qadên derve tecawiz li çar jinên din kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Enqere(1),  Balikesir (1), Erzîrom (1),  Stenbol (3), Konya (2), Samsun (1).

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 10 fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tu çar faîl hatine girtin.

Du faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest maye. Jinekî gilîyê faîlek kiriye û çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.

Tacîz

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de de herî kêm tacîz li neh jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 16 bû.

Herî hindik heşt jinan sê mêrên ku tacîz tacîz li wan kirîne nas nedikirin. Rêvebirê partiya siyasî(CHP) tacîz li jinek kiriye.

Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li neh jinan kirine.

Mêran di medya civakî de tacîz li jinekê, li kolan, otobus, metro ango li cih û qadên derve tacîz li heşt jinên din kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Bûrsa (1), Çanakkale (5), Stenbol (1), Kutahya (2)

Pêvajoya hiqûqî

Çar failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tu faîlek nehatiye girtin.

Du Faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de biryara jêdûrxistinê hatiye dayîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.

Îstismara li zarokan

Mêran di meha Kanûna Paşiyê ya 2021an de herî hindik îstismar li 12 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 31 bû.

Herî hindik heşt zarokên ku îstismar li wan hatine kirin, mêrên îstismar kirine nas nedikirin. Birayê zarokekê/î, bavê zarokekê/î, dersdarê zarokekê/î îstismar lê kiriye. Xwediyê marketekê îstismar li zarokekê/î kiriye.

Çapemeniyê cihê ku mêran îstismar li şeş zarokan kirine nenivîsandiye. Mêran li nava kamyonekê zarokek, li nava navendeke etuta qaçax hatiye vekirin zarokek îstismar kirine. Mêran her weha li nava malan îstismar li sê zarokan, li kolanê jî li zarokekê/î kirine.

Çavkanî: Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin