Mela Bextiyar vedigere Kurdistanê

Mela Bextiyar vedigere Kurdistanê

.

A+A-

Endamê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, roja Şemme (13-11-2021), dê bigihêje Herêma Kurdistanê. 


Malpera Çavdêr, ragihand; Mela Bextiyar ku hêj li nexweşxaneya Vîvantês li Berlîna paytexta Almanya tedavî dibe, biryare Şemmeya bê birêkeve û bi dema Herêma Kurdistanê demjimêr 14:30an de bigihêje Balafirxaneya Nêvdewletî ya Silêmanî. 


Mela Bextiyar ji dema du heftiyan zêdetire, jiber jehrxwerkirinê li nexweşxaneyeka Almanya tedavî dibe û tenduristiya wî rojbiroj ber bi başvûnê ve diçe. 

Puknow


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin