Mela Bextiyar planeke Bexdayê eşkere dike

Mela Bextiyar planeke Bexdayê eşkere dike

Mela Bextiyar planeke Bexdayê eşkere dike

A+A-

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar, piştî ku li navendeke dengdanê li Silêmaniyê dengê xwe da, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hilbijartin nexşeyên sereke yên niha yên Iraqê zêde naguhere û got: “Li Bexdayê planek ji bo sererastkirina Madeya 140ê heye. Kêm dengdana Kurdan li navçeyên cihê nakokiyê û Herêma Kurdistanê seng û giraniya Kurdan kêm dike”.

Mela Bextiyar ragihand, piştî hilbijartinê têkiliya Hewlêr û Bexdayê dê heya radeyekê baş bibe, kesê were ser desthilatê pêwîstiya wî bi aramiyê heye, lewra pirsgirêkên budce, petrol, Madeya 140ê, qerebûkirina Enfal û kîmyabaranê divê werin çareserkirin û ji vê kêliyê bi şûn de divê hêzên Kurdistanî bernameyeke wan a hevbeş hebe, bi çend baskan herin Bexdayê, lê yek serî û yek mejî û yek arasteya wan a berjewendiya neteweyî û demokratîk hebe.

Mela Bextiyar diyar kir ku, heya niha prose baş û aram e, kêşe û arîşeyên hilbijartina borî pir kêmtir reng vedane, lê xwezî hemî aliyên siyasî li Iraqê û xasma li Herêma Kurdistanê, piştî libêjindana dawî ya dengan, bi zanîna rêjeya dengan bizanin ku ew rêjeya zêde ya xelkê ku nehatiye dengdanê, ev rexne ye. Ev rexne ye li wan siyasetên ku salên borî hatine meşandin, “divê ev me rahejîne”.

Mela Bextiyar daxwazekê ji wan kesan dike ku heya niha beşdar nebûne yan rexneyên wan hene û nerazî ne û dibêje: “Bila rexneya xwe biguherin û bikin helwesta dengdanê. Rexneya xwe bi deng nedanê neşewitînin. Ku tu wek Kerkûkiyekî, Şingaliyekî, Xaneqîniyekî, Xurmatûyiyekî, Qeretepiyekî, Cebariyekî û Mendeliyekî deng nadî, xasma li hemî navçeyên cihê nakokiyê, bê guman deng nedana Kurdan li Kurdistanê bi giştî û li deverên cihê nakokiyê bi taybetî, zimanê şoven û mezhebperestên Iraqê serdest dike li ser nûnerên me li Bexdayê da ku ji me re bêjin eve we bi xwe li navçeyên xwe deng kêm daye”.

Mela Bextiyar planeke Bexdayê eşkere dike û dibêje: “Li Bexdayê planek ji bo sererastkirina Madeya 140ê heye. Kêm dengdana Kurdan li deverên cihê nakokiyê û Herêma Kurdistanê seng û giraniya Kurdan kêm dike”.

Li ser rewşa navxwe ya YNKê jî, Mela Bextiyar got: “Sarbûna xelkî ji beşdarbûna hilbijartinê ne têkildarî bûyerên nav YNKê yên piştî 8 Tîrmehê ne. Bê guman her pirsgirêkek biqewime bandorê dike, lê pirsgirêka raya giştî li Kurdistanê di hilbijartinên borî de hebû. Ez hêvîdar im pirsgirêk di çarçoveya YNKê de bimînin û derfet were dan da ku pirsgirêk bi belgeyan li ser her kesekî piştrast bû (ez jî di nav de) tedbîrên hizbî derheqê wî kesî de werin wergirtin”.

Mela Bextiyar qala hevpeymaniya Goran û YNKê jî kir û got: “Hevgirtina YNK û Goran bi dilê min e. Hevpeymanî pêngavek ji bo yekbûnê be baş e. Lê heke ev yekgirtin ji bo bidestxistina çend kursiyan be, bi nêrîna min dê ziyandar be”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin