Mela Bextîyar: Hikûmeta Adil Ebdulmehdî bo kurdan mertal e

Mela Bextîyar: Hikûmeta Adil Ebdulmehdî bo kurdan mertal e

Berpirsê desteya politburoya YNKê Mela Bextîyar ragehand, hikûmeta Iraqê ya naha bo kurdan wek mertale û neveşart ku tişta li welat pêktê, berdewama bandora 44 hikûmetên berê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Mela Bextîyar di Dîdara Aştî û Asayîşa Rojhilata navîn a li zankoya Amerîka-Kurdistan a Duhokê de ragehand, heta naha ew welatên Rojhilata Navîn xwe ji bandor û hegemony sedsalên dema navîn rizgar nekirine û nikarin hemdemî bibin. Çareser kirina pirsgirêkên welatên vê navçeyê tenê bi çareser kirina destûrê ve dibe.

Herwaha got, di dîroka Iraqê de 44 kabîne pêkhatine. Ti yek ji wan nekarîne pirsgirêkên sîyasî û aborî û civakî û îdarî yên welat çareser bikin. Tenê bi hizra leşkerî danûstan kirine. Girtîgehên herî baş û dibistanên herî xirab li vî welatî pêkhatine. Îşkenceya herî baş û zankoyên herî xirab li Iraqê hebûye.

Li gor Mela Bextîyar naha nifşekî nû heye û wek nifşên berê di bin hegemonya berê de nînin, ku her tiştekî hegemonya berê qebûl bikin. Ji ber wê jî bi asayî serhildan çêdibe.

Derbarê Herêma Kurdistanê de jî rêveberê payebilind ê YNKê got: ‘’Derberê me de li herêma Kurdistanê xala herî giring ev e ku Iraq, piştî sala 2003ê yê li ser bingehê hewsengîya hêzên şîe, sune û kurdan ava bû. Lê mixabin hewsengî nema, ji ber wê pirsgirêkên aborî û nan qutkirin û êrîşî referandûmê kirin.’’

Mela Bextîyar teqez kir, webalê vê rewşa li Iraqê heye li ser hikûmeta ne, ne li ser xelkê ku daxwaza mafê xwe dikin e. Dewleta Iraqê eger bixwaze xwe ji pirsgirêkên 98 salên borî rizgar bike, ne pirsgirêka vê hikûmetê ye, ev hikûmeta Adil Ebdulmehdî bo me wek mertal e. lê rêya herî baş ev e ku pêbendbûna bi destûrê ve ye. ji ber destûr bicîh neyê, zehmete welat ji vê rewşê derbas bibe.

Mela Bextîyar neveşdart ku eger babeta sererast kirina destûra Iraqê bê pêş, metirsî heye ku ‘’Hindek xelk bi rewangeha tayfeyî û nasyonalizmê ve dê Iraq ber bi rewşa berê ve bibin.’’

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin