Mehmet Bayrak: Polîtîkaya dewleta Tirkiyê ti ol û netewan nas nake

Mehmet Bayrak: Polîtîkaya dewleta Tirkiyê ti ol û netewan nas nake

.

A+A-

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek kes hene ku li ser Kurd, Kurdî û Kurdistanê lêkolîn kirine û hatine sizakirin, yek ji wan kesayetan lêkolîner, dîroknas û Kurdolag Prof. Dr. Mehmet Bayrak e. Bayrak tevî sizakirin û sirgûnkirinê bê navber li pey dîrok û kelepûra Kurdî ev 50 sal in lêkolînan dike û pirtûkan dinivîse. Bayrak ku perwerdehiya xwe ser zimanê tirkî bidawî kiriye dibêje ji ber politikaya dewletê ya ku Kurdan Elewiyan û netewên din tune dihesibîne û dest bi lêkolîn û nivîsandina li ser Kurd, Kurdî ûKurdistanê kiriye.

Li pey dîrok û kelepora Kurdî de 50 sal. Nivîskar, dîroknas û Kurdolagê Mehmet Bayrak ku di sala 1948an de li Qeyseriya bajarê Tirkiyê tê dinê ku di eslê xwe de bi sedan sal berê niha ji Dêrsima bakurê Kurdistanê neçarî berê xwe didin vî bajarî, di heyama ku perwerdehiya xwe li ser zimanê Tirkî dibîne dikeve pey dîroka xwe û di sala 1976an de dest bi lêkolîn û nivîsên li ser dîrok, çand kelepor û hûnera Kurdan dike. Bayrakê ku bi xwe jî Kurdê Elewî ye li ser Kurdên Elewî, Êzîdê ûXorasanê jî bi dehan pirtûkan nivîsandiye û hêj dinivîse. Dîroknasê Kurd sedema destpêkirina lêkolînên xwe yên ser kurdî lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwaze û bi tirk wiha raber dike.

Dîroknas û lêkolîner Mehmet Bayrak ji K24ê re got: “Polîtîkaya fermî ya dewleta Tirkiyê ji heyam îttahat û terakiyê heta niha li ser ji holê rakirina ol, mezheb û netewên din, li ser Tirkbûn û islamê hatiye avakirin. Polîtikaya çandî jî wiha ye. Li gel vê yekê li dibistan û zankoyan de jî tenê perwerdehiya yek ziman û politikaya dewletê dihate dayîn. Lê belê dema ku min lêkolîn kirin min dît ku tiştên tên fêrkirin ne rastin û min yekser berê xwe da lêkolînên ser Kurdolojiyê. Di destpêkê de min ser kilam û stranên Kurdî lêkolîn kirin û pirtûk nivsî. Piştre li ser dîrok, têkoşîn û çanda Kurdên Êzidî, Elewî û Horasanê min dest bi nivîs û lêkolînan kir.”

Dîroknasê kurd Roja ku berê xwe daye ser dîrok, çand û kelepora Kurdî wê çaxê girtin û sirgûn ji bo wî dest pê dike û bi dehan sal sizayê girtîgehê paşê jî nefî bûn dikeve para Bayrak.

Prof. Dr. Mehmet Bayrak dibêje: “Darizandina min ya destpêkê di sala 1979an bi pêşkeşkirina bernameyeke zarokan dest pê kir. Piştre di sala 1980an de ji ber nivîsên min yên li ser sitranên şînê yên bi dimilkî 3 doz derbarê min de hatin vekirin. Di nabvbera salên 1988 û 1989an de ji ber nivîsên pirsa Kurd, nasname û dîroka Kurd yên di kovaran de 32 doz derbarê min de hatin vekirin. Di sala 1991an de ji ber yekem pirtûka min ya bi navê “Kilam û stranên Gelê Kurd” min ceza xwer û pirtûka min hate komkirin. Ji ber vergerên rewşenbîrên Kurd yên wek Qedrî Cemîl Paşa û Nurî Dersîmî dîsa ez hatim sizakirin. Bi gişîtî nêzî 11 sal min ceza xwar û 6 salan jî ez ji xeribiyê mam û min nekarî wegerim welatê xwe.”

Lêkolîner û dîroknasê Kurd di serî de li ser kilam û sitranên Kurdî, Têkoşîna gelê Kurd ya netewî, pirsa Kurd, Kurdên Elewî, nîgarên ku temsîlîyeta Kurdan dikin, derbarê qetlîamên ku ser Kurdan û Kurdên Elewî hatine Kirin, li ser Jinên Kurd yên di dîrokê de bi nav û deng in û li ser Kurdên Êzidî û Horasanê heta niha 40 pirtûk nivîsandine. Herwiha Bayrak herî dawî bi pirtûka xwe ya bi navê Rojên Agir, Xwîn û Barudê de Dîplomasiya Kurd” ku pirtûka wî ya dawî ye pêwendiyên dîplomatîk yên dîrokê yên sazî,rêxistin û partiyên Kurd bi her awayî bi belge û delîlan radixe ber çavan.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin