Mehmet Aksoy: Ez ê dîsa Peykerê Mirovahiyê deynim cîhê wî.

Mehmet Aksoy: Ez ê dîsa Peykerê Mirovahiyê deynim cîhê wî.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo biryara rakirina berhema peykersaz, Mehmet Aksoy biryar daye ku mafê peykersazî hatiye binpêkirin

A+A-


Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo biryara rakirina berhema peykersaz, Mehmet Aksoy biryar daye ku mafê peykersazî hatiye binpêkirin. Aksoyî, ji bianetê re wiha got. “ Ji hûnera min re gotin sosret bû.”
  
Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo biryara rakirina berhema peykersaz, Mehmet Aksoy biryar daye ku mafê peykersazî hatiye binpêkirin. Aksoyî, ji bianetê re wiha  got. “ Ji hûnera min re gotin sosret bû.”
Di sala 2006an da Receb Tayyîp Erdogan dema ku serokwezîrê wê demê bû, ji berhema Mehmet Aksoy re gotibû “sosret”. Ji ber vê yekê biryara xera kirina berhema wî hatibû dayin.
Rêvebiriya Giştî ya Dadgeha Qanûna Bingehîn, li ser xera kirina peykerê Aksoyî  biryar da. Li gor dadgehê biryara hatî dayin mafê azadîya hûnerê û azadîya xwe-îfadekirinê binpê kiriye. .


“Aksoy: Ez ê peykerî ji nû ve çêbikim”


 Aksoyî derheqê biryara dadgehê da bi bianetê re got, “ miroven ku pişta xwe didin îktîdarê xwe ji hiqûqê zêdetir dibînin lê vê biryarê nişanda ku hiqûq li ser mirovan re ye. Ev biryar azadiya xwe-îfadekirinê û hûnere  ye.
Berhama min a ku jê re gotina “sosret” hatibû gotin ji bo monomenteka mirovahiyê bû. Ez hêvî dikim ku serokkomar fêm bike ku fikrên wî yên wek “min çêkir bû” pêk nehat. Bila dîsa li wan fikrên xwe binêre.
Xera kirina peykerê min di çavê cîhanê da îmaja Tirkiyê xera kir lêbelê ez ji hêza hûnera xwe bawerim û ez ê tu caran dest ji hûnera  xwe  bernedim.


Çi bibû?


Serokê wê demê Recep Tayyîp Erdogan  di sala 2011an de çûbû Qersê, ji Peykerê Mirovahiyê re gotibû “sosret” û biryara xera kirine dabû.
Şaredariya Qersê  biryara xerakirina peykerî dabû. Şîrketekî bi 272 hezar TLyan di 26ê Avrela 2011an de dest bi xera kirine kir.
Wê demê ”Aksoyî doza tazmînatê vekir, di sala 2015an da dadgehê ji Erdoganî 10 mîlyar  xwest lê belê dadgeha heremî biryar veguherand.


Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandîye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin