Mamoste Baqî: Dem û Dewran Leyîstok û Însan

Mamoste Baqî: Dem û Dewran Leyîstok û Însan

Her berxwedan û tekoşîna maf û hiqûqê Kurdan, hetanî vê demê bi ser neketîye… Di hesabgirîya dagirkerên wan de, ew tunene û ne xwedî tu mafên milletbûnê ne. Kurd milletekî esîl in û merd in.

A+A-

Mamoste BAQÎ

Di vê serdema ku covid 19 mirovahî bi tevahî xistîye bin tesîrek gelekî giring, mirovên civaknas, rewşenbîr, hozan û kesên bi taybet ku di warê nivîs û hişyarkirina mirovahîyê de kar dikirin, derfetek berfireh dîtin ku berhemên xwe yê nîvco mane, temam bikin. Romannivîs romana binivîsin û lekolînêr zanyarîyên xwe berfireh bikin.

Dîyar e ku mirov li mala xwe ew li derên dinê ku bê kar û bar dimîne, bêhna meriv dernakeve, tengav dibe û mirov dixwaze hewl bide ku sebra xwe bîne. Weke tê zanîn tenêtî an ku ji neçarî mirov demek dûr û dirêj vala dimîne, ew ku bêgav dimîne, hestên mirov gûr dibe û helwest, raserî karêkî lêgerînê dibe. Ev lêgerîn sereke hestên mirovên ku belawela ne. Ya din, xatirat, bac û serborî û tiştinî dinin ku mirov xemrewîn bikin.

İnsan dema ku ji dayika xwe çê dibe û derbasî jîyanê dibe her bi lîstokekê mijûl dibe. Heta ku jiyan hebe ev lîstok di jîyana mirovan de cî digre. Ji bo teselîya wî zarokî leyîstikên dê û bava, bi şev û rojan, her didomîne. Piştî ku ew zarok dest bi xeberdanê dike û dimeşe, hetanî demekê bi listokên cûre cûre mijûl e. Ev lîstok ramana wî zarokî berfireh dike..Lê ev lîstoka zarokatîyê di pêşerojê de dibe kesayetek û di berdewamîya jîyanê de her heye û didome.

Çavê mirovan ku di çi temenê de be, li listokekê digere. Di hemî tevgerê jiyanê de mirov li tesellîya listokan digere. Xwendina dibistanê, gera nav civak û kolana, runiştina derên nûjen û derbaskirina demê di hemi waran de,hestên mirovan rehet dike. Bi kurtasî hetanî mirov di berdewamîya jîyanê de ye her bi lîstoyekê re mijûl e. Jîyan bi xwe jî bi hemî rastîyên xwe ra jî listok û şano ye.

Ji roja mirov hatine dinyayê û hetanî vê rojê, bi pêşketin dem derbasbûye. Ji demên ku insan ji jîyana hovitîyê derbasî civaka bûye, dem ber bi pêşveçûnê de herikîye. Di dem û dewranan de her ku dem bi pêş ve çûye, mirov jî bi hemî şêweyan û di hemî têkelîyan de hişyar û zana bûne. Lewra gelek fîlozofên pêşketî tarîfa insana kirine û di derbasbûyina deman de gelek ji wan hatine rexnekirin, hinek jî ji teref rewşenbîra, hatine pesendkirin.

Rastîyek bi taybet heye ku rexne lê nayê kirin, ew jî, rastîya mirovahîyê ye û civakîyê ye ku.di vê mijara, civakê de, gelek mirovên ji netewên cüda cüda li cîhanê gerîyane, ev bar danîne ser milên xwe û lêkolîn kirine. Xebata ji bo bi karanîna guherandina mirovahîyê mirovên hişmend, dûrî aqila serpêhatî û tecrübe bi kar anîne. Di dem û dewrana de gelek serkêşên dîktator, xerabîyên mezin anîne sere milletan, hinek ji van serkirdeyan jî gelek tiştên qenc û rastîyên bedew bi kar anîne. Ev jî ji bo rehetîya mirovan bûyê demên aram û aşîtî, civak û mirovan demek bi hetanî û rehetî derbaskirine.

Piştî derbasbûyina dem û dewrana û gengêşîyên di nabêna milletan de, gelek millet ji holê rabûne, gelek ziman heta hetahîyê wendabûne. Gengeşe û dagirkerî bi serkêşîyên netewan de di dîrokê de berdewam kirine. Gelek ji milletan ji warê ku lê ne derketine û li erdnîgarîyên cûda cûda bûne xwedî cîh, dagirker û li wan deran cîbicî bûne. Gelek caran serwerî dest guhertîye û netewên serdest li erdnîgarîya xwe bûne bindest.

Her milletek xwedî dîrokêk kevnar e. Milletên bê dîrok li cihanê ne jîyane. Milletên serdest bi serwerîya xwe pêdivîyên milletbûnê bi kar anîne. Çand û kultûr, aborî, şertên milletbûnê û zimanê xwe pêş xistine. Zurûfên milletbûnê bi hemî mercan pêk anîne. Milletên bindest bi hemî şêweyên civakî kêm mane û bi ser neketine. Kesayeta wan netewan, belawela bûye. Di demên dûr û dirêj de derfetên milletbûnê ji wan netewa re bûye pirsgirêkên astê herî mezin.

Yek ji van milletan jî kurd bi xwe ne. Di rojhilata navîn de wekî milletê dinê kevnar û xwedî erdnîgarî û hemî pêdivîyên milletbûnê ne. Lê mixabîn di van 200 salan de li ser axa xwe nebûne desthilatdar. Di vî warî de fedralîya başûrê Kurdistanê, li derveyî vê gotarê dihêlim.

Her berxwedan û tekoşîna maf û hiqûqê Kurdan, hetanî vê demê bi ser neketîye… Di hesabgirîya dagirkerên wan de, ew tunene û ne xwedî tu mafên milletbûnê ne. Kurd milletekî esîl in û merd in. Xwedî dîrok û şer û cengên giran in. Di heman deman de di pêwendîyên cîranîyê û milletan de têkeldarîya xwe bi şêweyek mirovahî berdewam kirine. Nerehetî şanî milletên kêm netew, nedane. Bawerîyek rastîya rojhilata navîn e ku Kurd negihêjin mafên xwe tu caran aşitî û aramî li rojhilata navîn bi cî nabe. Neteweyên serwer jî, ji bo berjewendîyên aborî, di heman deman de di mijara maf û hiqûqê milletê Kurd de bê deng mane û gelek caran çek û silehên komkujîyê jî radestî dagirkerên kurda kirine.

Bê dengîya Neteweyên serwer, her berdewam e.Bi vê minasebetê hetanî kurd ferî yekbûnê nebin, ji hev heznekin, hêzên xwe nekin yek û nebin xwedî şexsîyetên zanyar û siyasetmedar û siyaseta paye bilind ne şopînin, bi ser nakevin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin