Macron Careke Din Kiryarên Tirkîyê yên li Lîbyayê Rexne Dike

Macron Careke Din Kiryarên Tirkîyê yên li Lîbyayê Rexne Dike

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê Tirkîye, jiber kiryarên wê yên li Lîbyayê wek berpirsa tawankarîyê bi nav kir.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê Tirkîye, jiber kiryarên wê yên li Lîbyayê wek berpirsa tawankarîyê bi nav kir.

“Bi nêrîna min jibo welatekî ku îdia dike ew endama NATO ye, berpirsîyeke dîrokî û tawankarî ye, “Macron got.

Wî li Berlînê ji rojnamevanan re got ku Enqerê di mehên dawî de hebûna xwe ya leşkerî li Lîbyayê zêde kirîye.

“Tevî ku hêzên bîyanî di destpêka vê salê de hevbîr bûn ku xwe nema tev li karên navxweyî yên Lîbyayê bikin û rêzê li ambargoya çekan ya NY bigirin, Enqerê di mehên dawî de hêza leşkerî li Lîbyayê zêde kir û gelek cîhadî ji Sûrîyê anîn wî welatî.”

Hêjayî balkişandinê ye Macron hefteya borî jî bi heman awayî Tirkîye rexne kiribû, lê Enqerê jî reaksîyoneke tund ji wî re nîşan dabû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin