Li zankoya Dîcle konferansa danasîna Merwaniyan hat lidarxistin

Li zankoya Dîcle konferansa danasîna Merwaniyan hat lidarxistin

.

A+A-

Dewleta Merwaniyan ku wek dewletek Kurd di dîrokê de xwedî şopek girîng e li Diyarbekirê li Zankoya Dîcle bi konferansekê hat danasîn ku bi teybetî bal hate kêşan Dewleta Merwaniyan di warê pêkvejiyanê de buye mînakeke xurt û balkêş.

Bi hevkariya Zankoya Dîcle û şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li Zankoya Dîcle bernameyek a danasîna dîroka Diyarbekirê dest pê kir û di vê çarçoveyê de jî şaristaniyên ku bandor li dîrok û çanda Diyarbekirê kirine tên danasîn. Danasîna dîroka Diyarbekirê dê bi rêza konferansan were li darxistin ku di konferansa dorê de danasîna Dewleta Merwaniyan hat kirin. Yek ji organîzatorên bernameyê Serokê Beşa Dîrokê Yê Zankoya Dîcle Doçent Doktor Oktay Bozan amaje kir ku bi van xebatan dê xwendekar zûtir bi girîngiya dîrokê bihesin û dewlemendiya dîroka Diyarbekir baştir were nasîn.

Serokê Beşa Dîrokê yê Zankoya Dîcle Doçent Doktor Oktay Bozan ji K24ê re got: “Divê vî bajarê ku em lê dijîn baş binasin. Ji bo vê jî divê em dîrokê bizanin. Diyarbekir qasî dîroka olan û dîroka mirovahiyê qedîm e. Civakên ku dîrokê nezanin nikarin pêşerojê jî ava bikin. Wek mînak Dewleta Merwaniyan div ê erdnîgariyê de dewletek girîng e ku em dikarin bêjin li vê derê “Girava Aştiyê” ava kirine. Divê em bi nifşên nû van zanyariyan bidin zanîn.”

Konferans bi sernavê “Di Dîroka Şaristaniyê Ya Diyarbekir de Cihê Merwnaiyan” hat amadekirin û ji aliyê Lêkolîner û Nivîskar Doktor Arafat Yaz ve hat pêşkêşkirin. Doktor Arafat Yaz balê kişand ku yek ji teybetmendiyên girînf ên Merwaniyan jî xurtbuna çanda pêkvejiyanê ye ku xurtbuna pêkvejiyanê jî nîşaneya pêşketina şaristaniyê ye.

Lêkolîner Nivîskar Doktor Arafat Yaz dibêje: “Dewleta Merwaniyan di gelek qedemeyên dewletê de peywir dane îsewîyan. Bawerî bi wan anîne. Di baweriya xwe de jî zirar nedîtine.”

Li gorî lêkolînên ku di nava Sûrê de hîn jî didomin li Diyarbekirê temenê şaristaniyê 8 hezar sal in ku gelek şaristaniyan şopên xwe li nava bajêr danîne û dewleta Merwaniyan a ku di navbera salên 983 û 1085 desthilatdarî kiriye  berhemên wek Pira Malabadê û Pira Deh Derî li dûv xwe hiştiye.

Çavkanî: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin