Li zanîngeheke din a Amerîkayê zimanê Kurdî tê xwendin

Li zanîngeheke din a Amerîkayê zimanê Kurdî tê xwendin

.

A+A-

Zanîngehek li eyaleta Florida ya Amerîkayê, kursa fêrkirina zimanê Kurdî vedike, bi wê yekî jî dibe sêyemîn zanîngeh li Amerîkayê ku zimanê Kurdî lê bê xwendin.

Zanîngeha Central Florida li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye, Heyder Xizirî, yek ji mamosteyên zanîngehê, hevanhengî di navbera Beşa Zimanên Serdem û Fakulteya Karûbarên Siyasî, Emnî û Navdewletî de kiriye, daku zimanê Kurdî di beşa Zimanên Serdem de bê xwendin.

Ew zanîngeha Amerîkî dibêje, pêştir daxwazeke zêde li ser vekirina xûla zimanê Kurdî hebûye.

Li gel vekirina vê xûlê, zanîngehê programeke din heye bi navê “Zanistên Siyasî yên Kurdî” ku bawernameyê dide xwendekarên bakaloriyosê û ew take programa bi vî awayî ye li zanîngehên Amerîkayê.

Guneş Murat Tezcur, mamosteyê Zanîngeha Central Florida dibêje, xûla nû ya frêkirina Kurdî dê bi zaravê Soranî be daku ew bikarin “bersiva wê daxwaza zêde û xemxoriyê bidin ku xwendekarên wan derbarê gelê Kurd û civaka xwe de hene.”

Guneş Murat Tezcur herwiha dibêje, ew xûla nû ya fêrkirina Kurdî, “wê şiyanê dide me ku em çalakiyên xwe berfirehtir bikin û nêrîneke din a zanistanên mirovatiyê li xwe bigirin.”

Heyder Xizirî, xwediyê fikra vekirina xûla zimanê Kurdî li Zanîngeha Central Florida dibêje: “Niştimanê Kurd li navçeyekê pêk tê ku di warê petrol û avê de, li seranserê Mezopotamya û Şamê û berjewendiyên emnî yên Amerîkayê, giringiyeke wê ya zêde heye. Ji ber wê jî Kurdî di dema niha de yek ji 11 zimanên giring ên Wezareta Derve ye.”

Zanîngeha Central Florida behsa wê yekê dike, fêrbûna zimanê Kurdî dê “sûdeke berçav” bigihîne xwendekaran, ji bo dîtina derfetên kar di warên pêwendiyên navdewletî, istixbaratî, rojnamevanî û yasaya mavdewletî de.

Ew zanîngeha Amerîkî herwiha dibêje, “Xûla zimanê Kurdî, serdana bo ol, kultur û dîroka navçeyê jî li xwe digire û derî li pêşiya wan xwendekarên serkêş vedike ku dixwazin ezmûna wan li gel wan çiyayên bilind û deştên berfireh û xizîneyên şûnwarî de hebin.”

Pêştir li du zanîngehên Pensîlvanyayê û Berkeley jî kursên zimanê Kurdî  hatibûn vekirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin