Li Wêranşarê wesayita zirxî li zarokeke 5 salî da

Li Wêranşarê wesayita zirxî li zarokeke 5 salî da

.

A+A-

 Li Rihayê wesayîteke leşkerî pêlî zarokeke 5 salî kir û di encamê de ew zarok bi giranî birîndar bû.

Li taxa Kişla ya navçeya Wêranşar a Rihaya Bakurê Kurdistanê, îro derdora demjimêrên nîvro, wesayiteke zirxî pêlî zaroka bi navê Nure Dîkçe kir.

Li gor dîmenên ku ji aliyê kamerayên çavdêriyê yên li cihê bûyerê ve hatine tomarkirin, wesayîta zirxî li wê zaroka 5 salî dide û piştî ku di ser lingên wê re derbas dibe, radiwest e.

Di encama bûyerê de Nure Dîkçe bi giranî birîndar bû û pêşiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û paşê jî bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hat veguhestin.

Li gor zanyariyan, lingên wê zaroka 5 salî di encama bûyerê de şikestine û li beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê çareseriyê werdigire.

Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol jî li hejmara xwe ya Twitterê dîmenên bûyerê belav kirin û got, “Me berî niha hişyarî dabû. Hişmendiya emnî ya bê kontrol li ser belavkirina metirsiyê berdewam e. Em dê şopînerên bûyerê bin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê jî derbarê bûyerê de amaje bi wê kir ku zaroka 5 salî di encama bûyerê de bi giranî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê çareseriyê werdigire.

Ev yek di demekê de ye ku li bajarên Bakurê Kurdistanê bûyerên bi vî rengî zêde bûne û çendîn zarok bûne qurbanî.

Herî dawî roja 3ê Îlonê li taxa Turgut Ozal a Hezexa ser bi Şirnexê ve, wesayîteke zirxpoş li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglu da û ew zarokê 7 salî ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hat rakirin. Lê tevî hemû hewldanan jî Mîhraç Mîroglu canê xwe ji dest da.

14 baroyên Bakurê Kurdistanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribûn û ragihandibûn ku li qadên jiyanê bikaranîna wesayîtên zirxî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.

Herwiha baroyan eşkere kiribûn ku di navbera salên 2008–2018an de 36 zarok di encama lêxistina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane û tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin

 

 

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser canjidestdana Mîhraç Mîroglu daxwaz ji aliyên peywendîdar ên dewletê kiribûn ku tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li van bûyeran bigirin û hişyarî dabûn, “Ev mirin, li herema me ku wesayîtên zirxî bûne sedem, ne mirina yekem e û mixabin dê nebe mirina dawîn jî.”

Herwiha li gor rapora ku Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di sala 2019an de li ser qezayên wesayîtên zirxî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê amade kiriye di 10 salên dawî de 16 ji wan zarok 36 kesan jiyana xwe ji dest dane, 85 kes jî birîndar bûne.

Di sala 2021an de jî di encama lêxistina wesayîtên zirxî de, 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 5 jê zarok 6 kes birîndar bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin