Li Wanê, PAK û PSKê şîna şehîdên Rojhilatî danîn

Li Wanê, PAK û PSKê şîna şehîdên Rojhilatî danîn

îro 13ê Îlonê, li Wanê, li Teşkîlata PAKê, bi hevkariya PAK û PSKê, şîna şehîdên rojhilatî ku bi êrîşa li Koysancaqê şehîd ketibûn û 3 ciwanên ku hatibûn darvekrin, hate danîn.

A+A-

Di Şîna şehîdên Rojhilatî de, rêvebir û endamên herdu partiyan PAK û PSKê, Serokê ÎHDya Wanê Murat Meletî, nivîskar Ziya Avcı û Burhan Kartal gelek beşdarvan jî amade bûn.

van-foto-2.jpg

Axaftina pêşî ji aliyê Endamê Reveberiya Navendî yê PAKê İsmet Elçi ve hate kirin.

Piştî Elçiyî, bo şehîdan rêz hate girtin û dia hatin xwendin.

van-foto-3.jpg

Dûvre kurdiya daxuyaniya hevpar, ji aliyê endamê damezrîner ê PAK ê Hüsameetin Acar ve, tirkiya wê jî ji aliyê Serokê Teşkîlata Wanê yê PSKê Tayyib Kızılyıldız ve hatin xwendin.

Piştî daxuyaniyan, Nivîskar Ziya Avcı, di derbarê kiryarên rejîma Îranê, ji doh heta îro de axivî. Husamettin Bayram jî li ser girîngiya yekîtî û hevgirtina kurdan sekinî.

van-foto-giring.jpg

 

van-foto-4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin