Li Tirkiyeyê ji 10 mîlyonî zêdetir hesabên medya civakî yên nû hatine vekirin

Li Tirkiyeyê ji 10 mîlyonî zêdetir hesabên medya civakî yên nû hatine vekirin

.

A+A-

Di dema pandemiyê de bikaranîna medya civakî zêde bûye. Tirkiye bi 10 mîlyonî zêdetir bikarhênerên medya civakî yên nû ve di nava welatên Ewropayê de di nav rêzên destpêkê de ye.

We Are Social, dezgeha medya civakî a ku li Londrayê ye di dema pandemiyê de lêkolînek ji bo mehên Kanûna Paşiyê û Îlona 2020an çêkiriye. Li gorî vê lêkolînê li Tirkiyeyê herî zêde bikarhênerên Înstagramê hene.

Di dema mehên Kanûna Paşiyê û Îlona 2020an de hejmara bikarhênerên Înstagramê bi zêdebûna 6 mîlyon kesî ve gîhaştiye 44 mîlyonî. Înstagram li cîhanê herî zêde li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) tê bikaranîn û Tirkiye jî li ser asta cîhanê di bikaranîna Înstagramê de di rêza 6em de ye. Tirkiye li Ewropayê jî piştî Rûsyayê di rêza duyem de ye. Tirkiye bi 10 mîlyonî zêdetir bikarhênerên medya civakî yên nû ve di nava welatên Ewropayê de di nav rêzên destpêkê de ye.

Facebookê hejmara endamên xwe parastiye
Li Tirkiyeyê piştî Înstagramê herî zêde bikarhênerên Facebookê hene. Li gelek welatan hejmara bikarhênerên Facebookê kêm bûne lê li Tirkiyeyê Facebookê hejmara bikrahênerên xwe parastiye. Li gorî lêkolînê li Tirkiyeyê hejmara bikahênerên Facebookê yên di 9 mehên destpêkê yê sala 2020an de neguheriye û Tirkiye bi 37 mîlyon bikarhênerên Facebookê li tevahiya cîhanê di rêza 13em de ye. Li Ewropayê jî piştî Brîtanyayê di rêza duyem de ye. Hîndistan li cîhanê yekem e.

Li neh mehên destpêkê yên sala 2020an de li Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Twîtterê bi zêdebûna mîlyonek û 650 hezarî ve gîhaştiye 13 mîlyon û 450 hezarî. Li tevahiya Cîhanê bêkarhênerên Twîtterê herî zêde li DYAyê ye. Tirkiye li tevahiya cîhanê di bikaranîna Twîtterê de di rêza 6em de ye. Li Ewropayê jî piştî Brîtanyayê di rêza duyem de ye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin