Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 18 kesên din ji ber Koronayê mirine

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 18 kesên din ji ber Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîya Tirkîyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşîya vîrusa Koronayê de daxuyanîyek belav kir û aşkere kir 913 pêketîyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 18 kes jî bi Koronayê mirine.

A+A-

Êvara roja pênçşemê 23.07.2020an Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên nexweşîya vîrusa Koronayê ji tora medya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî zanyarîyên Koca 43 hezar û 343 pişkinînên nû hatine kirin û 913 pêketîyên nû hatine tomarkirin û 18 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 1.151 nexweş jî baş bûne.

Ligor amarên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê heta niha 223 hezar û 315 kes bi nexweşîya Koronayê ketine û 206 hezar û 365 nexweş baş bûne. Herwiha 5.563 nexweş jî bi Koronayê mirine.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin