Li Stenbolê kursên zimanê Kurdî dest pê kir

Li Stenbolê kursên zimanê Kurdî dest pê kir

Li Stenbolê kursên zimanê Kurdî dest pê kir

A+A-

 Şaredariya Stenbolê ev 3 sal in li ser hev kursa zimanê Kurdî dide. Ji ber serlêdanên zêde îsal kontenjana kursa Kurdî hat zêdekirin û kurs di 7ê Cotmehê de bi awayekê rûbirû, li 5 navçeyên Stenbolê dest pê kir. Berpirsa navenda fêrbûna şaredariyê ji Rûdawê re da zanîn ku ji ber eleqeya zêde ew biryar dane ku 2 mamosteyên nû yên Kurdî werbigrin û kontenjana Kurdî zêde bikin. Her wiha biryar e li gel zaravayê Kurmancî kursa fêrbûna zaravayê Zazakî jî dest pê bike. Li aliyê din di nav xwendekarên kursa zimanê Kurdî de hin Tirk jî hene ku dixwazin fêrî Kurdî bibin.

Li Stenbolê kursên fêrbûna zimanê Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve tê dayîn, di 7ê Cotmehê de bi awayekê rûbirû dest pê kir. Kursa Kurdî, li 5 navçeyên Stenbolê ku nifûsa Kurdan lê zêde ne; li Esenyurt, Şişli, Avcilar, Bagcilar û Kadikoyê, li navendên fêrgehên Enstîtu Stenbol İSMEKê, di 2 astên cuda de tên dayîn.

Koordînatora İSMEKê Canan Aratemur Çimen ji bo Rûdawê axivî û got "Eleqe û serlêdana bo Kursa Kurdî zêde ye û ew ê 2 mamosteyên nû werbigrin û kontenjana Kurdî zêde bikin."

Koordînatora İSMEKê Canan Aratemur Çimen dibêje "Ji bo her du astên kursa Kurdî 214 kes serî lê dane, lê kontenjana me 124 kesî ye. Niha xebatên me yên ji bo kontenjana zêde dewam dike. Ji loma jî em ê perwerdekarên nû werbigrin û fêrgehên nû vekin. Em dixwazin ku kursa Kurdî di astên B-1 û B-2yan de jî dewam bike. Ji bo Zazakî jî em ê perwerdekar bigrin û heta dawiya salê kursa Zazakî vekin."

Şaredariya Stenbolê ji bo kursa Kurdî heta niha 2 mamosteyan wergirtiye kar. Nihal Kayişkiran a ku ji Zanîngeha Çewligê ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî derçûye û ev 2 sal in li fêrgehên şaredariyê mamostetiya zimanê Kurdî dike bi kelecaneke mezin dersa ewil dide xwendekarên xwe.

Mamosteya Kurdî Nihal Kayişkiran got "Ferqa heyama berê û aniha ev e, me tenê asta duyem lê zêde kir. Di destpêkê de asta yekem bû, lê me niha asta duyem jî lê zêde kir. Em pirtûka Mamoste Fêrkerê niha ji bo asta yekemîn bikar tînin. Ji bo asta duyem jî me hêj pirtûkek diyar nekiriye, lê em li sere dixebitin. Mufredat jî em li gorî MEBê (Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê) diçin. Niha polên me tijî bûne û îsal li gor salên borî 2-3 qat lê zêde bûye. Armanca me ev e, em dibêjin kî dixwaze hînî zimanê Kurdî bibe, em ê alikariya wan bikin û vê xizmetê bidin wan."

Di nav xwendekarên kursa zimanê Kurdî de ne tenê Kurd, kêm bin jî hin Tirkên ku dixwazin fêrî Kurdî bibin jî hene. Niştecihê Stenbolê Hamit Goz ê bijîşk yek ji wan Tirkan e ku dixwaze bi saya vê kursê fêrî Kurdî bibe.

Xwendekarê Kurdî û bijîşk Hamit Goz dibêje "Ez Hamit Goz, 64 salî me. Ji bo min fêrbûna ziman him ji bo nûkirina hafizayê, him jî ji bo hiş û bîra xwe zindî bihêlim girîng e û rêyeke baş e. Ez ji xeynî Tirkî du zimanên din jî dizanim. Ne şaş bim ji sedî 20 welatiyên me Kurd in û bi Kurdî diaxivin. Ez fikirîm ku bi fêrbûna vî zimanî, ez ê karibim bi hêsani bi wan re bikevim nav peywendiyê jî."

Kursa zimanê Kurdî wê ji bo 3 mehan bi maweya 120 saetî berdewam bike û wê piştî kursê ji bo kesên serkeftî belgename jî bê dayîn. Heta niha ji kursên zimanê Kurdî ya Şaredariya Stenbolê bi giştî hezar û 100 kursiyer sertifikaya xwe wergirtine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin