Li ser rêya Şemzînan-Geverê teqîn

Li ser rêya Şemzînan-Geverê teqîn

Li ser rêya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê de teqemeniyeke berê hatî vedan, di dema derbasbûna otomobîleke welatiyên sivîl de teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

A+A-

Li ser rêya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê de teqemeniyeke berê hatî vedan, di dema derbasbûna otomobîleke welatiyên sivîl de teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

 

Li ser rêya di navbera Şemzînan û Geverê de teqemeniya berê hatî vedan, di dema derbasbûna otomobîleke welatiyên sivîl de teqiya.

 

Di encama teqînê de du welatiyên sivîl ên di otomobîlê de bîrndar bûn.

 

Birîndar ji bo demankirinê bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin veguhestin. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

 

Rêya bo heyameke ji trafikê re hat girtin û bo cihê bûyerê hejmareke cendermeyên Tirkiyê hatin şandin.

 

Derbarê teqînê de lêpirsînê dest pê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin