Li Semsûrê tenûreke 1500 salî hat dîtin

Li Semsûrê tenûreke 1500 salî hat dîtin

.

A+A-

 Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê bajarekî dîrokî yê bi navê Perre hatiye dîtin ku weke yek ji bajarên şaristaniya Komagene tê zanîn. Niha nêzîka 30 karker li wî bajarî karê kolandinê dikin.

Li bajarê dîrokî yê Perre ku yek ji 5 bajarên herî mezin ên şaristaniya Komagenê ye, di encama kolandinan de tenûrek hate dîtin û tê texmînkirin ku dîroka vê tenûrê vedigere hezar û 500 sal berê.

Şûnwarnas dibêje "Li wê derê çala xweliyê heye. Tê texmînkirin ku xweliya vê tenure li wê çalê hatiye valakirin."

Ev tenûra ku hatiye dîtin nêzîka cihê çêkirina şerabê ye ku beriya demekê hatibû dîtin û dîroka wê vedigere hezar û 400 sal. Tê texmînkirin ku bo kesên li vir karkirine nan di vê tenure de hatiye çêkirin.

Rêveberê Muzexaneyê Mehmet Alkan got "Sala borî me li vê qadê kargehên çêkirina şerabê dîtibûn. Diyar e ku bo pêwîstiya nanê karkeran jî bi kevirên ku hatine qûlibandin bi qoran danîne ser hev û tenûr hatiye çêkirin."

Li Bajarê Dîrokî yê Perra ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê berî niha jî li qada Nekropolê li 9 deverên cûda cihê çêkirina şerabê hatibûn dîtin ku dîroka wan vedigere berî 1400 salan.

Kolandinên ku 2001ê destpê kiriye heta niha jî berdewam in û îsal berhemên wek Kaniya Romayê, kevirên mezin ên blokal, cokên avê û hejmarek avahiyên cuda û  avahiyeke hilweşiyayî hatin dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin