Li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan du qat zêde bû

Li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan du qat zêde bû

.

A+A-

 Li Rojavayê Kurdistanê di çend mehan de nirxê piraniya kel û pelan du qat yan jî zêdetir buha bûne. Giranbûna nirxê kelûpelan bûye cihê nerazîbûna welatiyan.

Li bazarên Rojavayê Kurdistanê ev çend rojên nirxê xurekên weke şekir, savar, birinc, nisk, zeyt û fasulye gelekî buha bûne.

Emîna Mistefa ya 65 salî koçbereke kurda Helebê ye, 6 sal e li taxeke hejar a rojavayê Qamişloyê ligel zarok û neviyên xwe dijîn. Krîza aborî û buhabûnê ew bêzar kirine.

Koçber Emîna Mistefa diyar dike ku di seranserî jiyana xwe de wê “mîna vê xelayê nedîtiye” û dibêje: “Her tişt zehmet e, jiyan zehmet bûye, tu birekî mezin a pereyan dibî, tu bireke biçûk a kelûpelan ditîne. Berê şekir erzan bû,  niha her kîloyek bi 2800 lîreyên Sûrî ye, her kertoneke çayê ku 10-15 kîlo bû bi 10,000 lîreyan bû, lê niha tenê kîloyek çayê bi 10,000 lîreyan e.”

Li bazara Qamişlo roj bi roj bihayê kelûpelan, sebze û mêweyan tê guhertin û zêde dibe. Piraniya cûreyên xwarinê ku têne pêşandan jî hawirdekirî ne.

Bazirganekî Qamişlo jî dibêje, piraniya tiştên xwarinê ew ji derve dikirin, û sedema sereke ya buhabûnê jî bacên li ser sînoran in.

Bazirgan Hisên Hemo jî got: “Şekir, zeyt, savar û birinc ev çend roj e du qat nirxên wan biha bûne, em kelûpelan tînin bi nirxên cûda, karê niha xisar bi xisar e. Nimûne keresteya ku me doh bi 6 dolaran dikirî îro bi 7 dolaran em dikirin. Di van demên dawiyê de ji ber vê mijarê em rûbirûbûyî arîşeyan dibin.”   '

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, rojane nirxên kelûpelan bi lîsteyekê destnîşan dike, lê bazirgan û dikandar pabendî wê lîstê nabin.

Aborînas didin zanîn tevî daketina nirxê dolarê Amerîkî li beramber lîreyê Sûrî bihayî di bazarê de heye, sedem jî ew e berhema navxwe kêmpeyda ye û piraniya kel û pelan têne hawird kirin baceke zêde li ser tê sepandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin